Fitch Ratings: Aboriya Tirkiye dê teng bibe

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina pîlekirina qrêdiyan a Navneteweyî Fitch Ratings, diyar kir ku îsal ji ber şewba Covid-19 dê bi awayekî nehatiye dîtin rawestînek kurevî pêş bikeve û îsal aboriya Tirkiye dê teng bibe. 
 
Rêxistina pîlekirina qrêdiyan a Navneteweyî Fitch Ratings, bal kişand ser bandora vîrûsa corona (Covid-19) û aboriya cîhanê. Fitch Ratings, da zanîn ku dê li tevahiya cîhanê ji ber Covît-19 bi awayekî mînaka wê tune di asta aborî de dê rawestînek kurevî (Resesyona Kurevî) pêş bikeve. Fîtch Ratîng, destnîşan kir ku dê li tevahiya cîhanê di qada aboriya kurevî de îsal ji sedî 3,9 pêl teng bibe û aboriya Tirkiyeyê jî dê ji sedî 2 teng bibe.