Heywanên xwe li kuçeyan diçêrîne

img
WAN - Halîl Borê ku her sal biharê ji bo heywanên xwe biçêrîne diçe quntarên Çiyayê Erekê, îsal ji ber şewba coronayê heywanên xwe li kuçeyên Taxa Xaçortê diçêrîne. 
 
Halîl Bor (56) ku li Taxa Xaçortê ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê sewalvaniyê dike, îsal ji ber şewba vîrûsa coronayê (Covîd-19) nikare heywanên xwe bibe derveyî bajêr biçêrîne, loma ji mecbûrî li kuçeyên taxê diçêrîne. 
 
Bor, anî ziman ku di salên 90'î de bi darê zorê ji gundê xwe yê li Herêma Feraşînê hatine derxistin û got: "Bi zorê em ji warê me kirin. 25 sal berê em hatin li navenda Wanê bi cih bûn. Berî koçberiyê rewşa me baş bû. Bi sedan pezê me û dewarên me hebûn. Li warê me giha pir bû. Heywanên me bi rihetî diçêriyan. Derdekî me yê ji bo êmê wan tunebû, lê em hatin navendê. Niha herî zêde em 15-20 pezî xwedî dikin. Cihê me tuneye û hingî biha ye jî em nikarin bikirin." 
 
Bor, diyar kir ku her diçe sewalvanî zehmetr dibe û got: "Berê me bi sedan heywan xwedî dikirin, lê niha em ancax 15-15 pezî xwedî dikin. Çêre kêm bûne. Êm pir biha ye. Em bi zorê debara xwe dikin." 
 
Bor, ji sibehê heya êvarî 29 pezê xwe li kuçeyên taxê diçêrîne. Bor, diyar kir ku ji ber şewba heyî nikarin ji taxê derkevin û got: "Ji ber vê nexweşînê em nikarin biçin cihekî jî. Par van çaxan min li quntarên Çiyayê Erekê heywanên xwe diçêrandin. Ji be rnexweşînê em nikarin biçin, ji mecbûrî li vira diçêrînim. Çimkî êm pir biha bûye." 
 
MA / Cemîl Ûgûr