Qad piştî 130 salan dê yekem car vala be

img
STENBOL - Ji 1'ê Gulanê, Roja Kedkarên Cîlanê re 5 roj ban. Îsal ji ber vîrûsa corona dê piştî 130 salan yekem car Roja Kedkarên Cîhanê ku ji aliyê Duyemîn Enternasyonal ve di sala 1890’an de wekî roja yekîtî, têkoşîn û piştevaniya karkeran îlan kiribû, qadên bi sed hezaran karker lê kom dibûn vala derbas bibe.   
 
1'ê Gulanê Roja Yekîti, Têkoşîn û Piştevaniya Kedkar û Karkerên Cîhanê ye. Di 1'ê Gulana 1886’an de 350 hezar karkerên Amarîkî ji bo mafê xebata 8 saetan dakedin qadan û çalakî li dar xistibûn. Polîsan mudaxaleyî çalakiya karkeran kiribûn. Di çalakiyê de 4 karker ji aliyê polîsan ve hatibûn kuştin. 4 karker jî bi hinceta pêşengiya çalakiyan kiriye hatibûn darvekirin. Karker Albert Persons, beriya bê darvekirin gotibû; "Hemû cîhan dizane ku ez bê sûc im. Eger ez bêm darvekirin ne ji ber ku ez canî me, ji ber ez kedkar im têm darvekirin" û piştre hatibû darvekirin. 
 
Piştî vê çalakiya li DYA karkerên cihanê derketin kolanan û çalakî li dar xistin. Duyemîn Enternasyonalan di 1889'an de li Parîsê kongre pêk anîn û ji bo piştgiriyê bidin karkerên DYA di qada navneteweyî de çalakî li dar xistin. Ji sala 1890'an heta niha 1'ê Gulanê wekî Roja Têkoşîn, Yekîtî û Piştevaniya Kedkar û Karkerên Cîhanê tê pîrozkirin. 130 salin bê navber li hemû qadên cîhanê bi milyonan karker dadikevin qadan û 1'ê Gulanê Roja Karkerên Cîhanê pîroz dikin. Lê yekem car ji ber vîrûsa corona dê qad vala derbas bibin. 
 
LI TIRKIYE YEKEM CAR DI 1906'AN DE 1'Ê GULANÊ PÎROZ KIRIN
 
Li Tirkiyeyê jî yekem car 1'ê Gulanê di sala 1906'an de li Îzmirê karkeran cejn pîroz kir. Piştî pîrozbahî hat qedexekirin heta 6 salan karkeran 1'ê Gulanê pîroz nekir. Li Stenbolê jî di 1'ê Gulana 1979'an de bi pêşengiya Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) li Qada Taksîmê 1'ê Gulanê hat pîrozkirin, lê êrîşî pîrozbahiyê hat kirin û 37 kedkar jiyana xwe ji dest dabûn. 200 karker jî birîndar bûbûn. Piştre qada Taksîmê li karkeran hatibû qedexekirin. Piştî karkerên ku di sala 1979’dan de li Stenbolê xwestin 1'ê Gulanê pîroz kirin, Siroka Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TİP) Behice Boran û bi sedan kes hatin binçavkirin. Behice Boran ji di navde 330 kes hatin girtin. Piştî darbeya 12'ê Îlonê dîsa karkeran xwest 1'ê Gulanê li Qadan pîroz bikin. Mîtinga ku di sala 1989'an de hat qedexekirin. Girseya ku xwestin bimeşin Qada Îstiklalê rastî êrîşa polîsan hatin. Karker Mehmet Akif Dalci di êrîşê de jiyana xwe ji dest da. Nêzî 400 karker hatin binçavkirin. Di sala 1996'an de karkeran 1'ê Gulanê li Qada Kadikoyê pîroz kirin. Di êrîşa polîsan de 3 karker mirin. Karkerekî hat binçavkirin jî bi îşkenceya polîsan jiyana xwe ji dest da. 
 
Di 2007'an de karkeran dîsa berê xwe dan qada Taksimê. Walîtiya Stenbolê Qada Taksîmê li karkeran qedexe kir. Qad ji bo 500 kesên bi sembolîk hat vekirin. Girseyên meşiyan qadên Okmeydanı, Dolmabahçe û Kasimpaşa rastî mudaxaleya polîsan hatin. Di mudaxaleya polîsan de 695 kes hatin binçavkirin. Di sala 2008’an de jî karkeran xwest li qada Taksimê 1'ê Gulanê piroz bikin. Lê dîsa walîtiyê destûr nedan û li gelek cihan çalakiyên girseyi hatin li dar xistin. Di çalakiyan de nêzî 500 karker hatin binçavkirin. 
 
YEKEM CAR MÎTÎNG LI DAR XISTIN
 
Di 2009'an de li meclîse hat qebûlkirin ku 1'ê Gulanê roja bedlana karkeran be. Piştre Zêdeyî 5 hezar kesan 1'ê Gulanê li Qada Taksîmê pîroz kir. Lê girseya xwestin bimeşin Qada Kazanci rastî êrîşê hatin û 108 karker hatin binçavkirin. Di sala 2010'an de  yekem car li Qada Taksîmê mîtîng hat li dar xistin. Bi amadekariya 6 konfederasyonên karker û karmendan bi tevlêbûna deh hezaran mîtîng li dar xistin. Piştî salên 2011 û 2012’an Qada Taksîmê dîsa li karkeran qedexe kirin. Di sala 2014'an de girseya xwest li Taksîmê 1'ê Gulanê pîroz bikin rastî mudaxaleya palîsan hatin û 138 kes hatin binçavkirin. Di 1'ê Gulana 2017’an de karkeran li Qada Bazara Gel a Bakirkoyê mîtîngek mezin li dar xist. Di sala 2019’an de dîsa li Qada  Bazara Gel a Bakırkoye bi tevlêbûha deh hezaran karker tev li mîtînge bûn. 
 
Îsal jî piştî 130 salan yekem car dê li qadan 1'ê Gulanê neyê pîrozkirin. 
 
MA / Tolga Güney