NAVENDA NÛÇEYAN - Li Swîsreyê, şaredarî xwedî xweseriyeke berbiçav in. Rêgeza demokrasiya yekser, bi rêya înîsiyatîfên gel, referandûm û civînên gel yên li derve tê pejirandin.
Pêvajoya kantonîzekirinê li Swîsreyê vedigere sala 1291'ê. Di wê demê de, civakên çiyayî û xweser ên Uri, Schwyz û Unterwalden "Hevpeymaniya Herheyî" ji bo parastina hevbeş, mafên bazirganiyê û berxwedana li dijî Habsburgan ava kirin. Ev hevbendî, di salên paşîn de bi beşdariya civakên curbicur berfireh bû. Destûra Federal a Swîsreyê ya 1848'an bingeha Swîsreya nûjen danî, welat ji konfederasyoneke sist veguherand dewleteke federal a navendî. Vê destûrê xaleke werçerxê di veguherîna Swîsreyê ji bo dewleteke neteweyî ya yekgirtî de nîşan da.
Îro ro li Swîsreyê 26 kanton hene. Her çend di dîrokê de konfederasyonek bû jî, ev kanton niha bêtir yekgirtî ne, avahiyeke dewleta federal ava dikin. Pergala hikûmetê ya Swîsreyê wekî komara konfederal a demokratîk a nîvyekser a federal tê pênasekirin. Ev sîstem hêmanên federalîzmê, demokrasiya lihevhatî û demokrasiya yekser dihewîne. Çar zimanên fermî hene: Almanî, Fransî, Îtalî û Romanşî.
LI SWÎSREYÊ HEWLDANA GEL
Swîsre wekî yek ji mînakên herî pêşketî yên demokrasiya yekser tê zanîn, her çend qismen cihê nîqaşê be jî, bi rêya pratîkên wekî referandûm û înîsiyatîfên gel. Însiyatîfek gel mekanîzmayek e ku dihêle welatî pêşniyazên guhertinên destûrî bikin. Ev di asta federal de (ji bo tevahiya welêt) derbas dibe. Bi kêmanî heft welatiyên Swîsreyê yên 18 salî û jortir, temenê dengdanê, dikarin komîteyek înîsiyatîfê ava bikin û pêşniyazek guhertina destûrî pêşkêş bikin. Piştî ku komîte hat avakirin, qonaxa duyemîn ew e ku 100 hezar îmzeyên pêwîst ji hilbijêran werin berhevkirin. Ji bo ku pêşniyaz were pejirandin, divê ji sedî 50 û yek ji hemû hilbijêran bibêjin "erê". Ji hêla piraniya kantonan ve, divê bi kêmanî 20 ji 26 kantonan, an nîvê 23 kantonan, dengê "erê" bidin. Dûv re pêşniyaz ji hêla Meclisa Federal (Konseya Neteweyî + Konseya Kantonan) ve tê lêkolînkirin. Ger were pejirandin, destûr tê guhertin. Lêbelê, li gorî statîstîkan, ji sala 1874'an vir ve 500 înîsiyatîfên gel hatine destpêkirin û tenê 25 ji wan hatine pejirandin.
KARBIDESTIYA KANTONAN
Ev kantonên xweser xwediyê destûrên xwe yên taybet, parlemento, hikûmet û karbidestiyên berfireh di warên wekî bacgirtin, perwerde, tenduristî û polîsan de ne. Ji aliyê din ve, hikûmeta federal tenê di mijarên wekî parastina neteweyî, siyaseta derve, siyaseta diravî, rêhesin û enerjiya nukleerî de xwedî karbidestî be.
SEROKATIYA DEWLETÊ YA KOLEKTÎF
Dezgeha cîbicîkar a Swîsreyê Konseya Federal e. Ev konse ji heft endaman pêk tê ku ji hêla parlementoya federal ve ji bo çar salan tên hilbijartin. Her endamek serokatiya wezaretekê dike û bi hev re erkên cîbicîkar ên dewletê pêk tîne. Konsey li ser rêgeza serokatiya kolektîf dixebite. Her sal, endamek wekî serokê konfederasyonê tê hilbijartin, lê ev roleke sembolîk e û karbidestiyên wan ji yên endamên din ne cuda ne. Şaxa cîbicîkar li ser asta federal dixebite û li ser navê tevahiya konfederasyonê biryaran dide, ne li ser navê kantonan.
TEMSÎLIYETA KANTONAN
Hikûmetên kantonan yekser beşdarî şaxa rêveberiyê (Konseya Federal) nabin. Kanton di Meclisa Jorîn (Ständerat) a Meclîsa Federal de bi awayekî wekhev tên temsîlkirin. Her kanton du endaman distîne û nîv-kanton jî yek endamekî distînin. Destûra Bingehîn a Swîsreyê pêşniyaz dike ku endamên Konseya Federal ku saziya rêveberiyê ye, ji "bi qasî ku pêkan e kantonên cuda" werin hilbijartin. Lêbelê, ev ne qaîdeyeke mecbûrî ye. Li gorî rêgeza "Hevsengiya Herêmî" ya di Destûra Bingehîn de, herî zêde du ji heft endamên rêveberiyê dikarin ji heman kantonê bin. Di pratîkê de, hevsengî di navbera partiyan de û her wiha di navbera kantonan de tê parastin. Armanc li vir ew e ku temsîliyeta hevseng di navbera kantonên mezin û biçûk de were misogerkirin.
Bi rêya mekanîzmayên referandûm û înîsiyatîfê, kanton xwedî karbidestiyê ne ku biryarên federal veto bikin an biguherînin (rêgeza piraniya ducar). Wekî din, di şaxa rêveberiyê de hevsengî der barê ziman de tê parastin. Bi gelemperî, çar endam bi almanîaxêv, du bi fransîaxêv û endamek bi îtalîaxêv hene.
REWŞA ŞAREDARIYAN
Li Swîsreyê, şaredarî yek ji yekîneyên îdarî yên jêrîn pêk tînin. Taybetmendiya wan a herî girîng sepandina tund a rêgeza demokrasiya yekser li ser asta şaredariyê ye. Modela serdest di rêveberiya şaredariyê de "rêveberiya herêmî ya li ser bingeha welatiyan, rasterast demokratîk û xweser" e. Ew yekîneya îdarî ya herî nêzîkî jiyana rojane ya welatiyan e.
Her çend destûr xweseriyeke berfireh dide şaredariyan û garantî dike jî, hûrgulî ji hêla destûr û qanûnên kantonê ve tên destnîşankirin. Kanton û hikûmeta federal bi kêmî ve mudaxileyî xebata şaredariyan dikin. Her şaredarî girêdayî kantonekê ye û carinan jî girêdayî navçeyan an yekîneyên din ên binî di nav kantonekê de ye. Her şaredarî her wiha li gorî destûra kantonê rêziknameyên xwe yên hundirîn diyar dike.
Şaredarî li du kategoriyan tên dabeşkirin: siyasî û statuya taybet. Yên herî gelemperî şaredariyên siyasî ne ku welatî jî li wir dijîn. Mafên hemwelatîbûnê yên wekî dengdan û dayîna bacan li vir tên bikaranîn. Şaredariyên statuya taybet ew in ku bi qanûnên kantonên xwe ve têne rêvebirin, wek Zurich, Cenevre û Basel ku beşek ji bajarên mezin in. Her wiha Şaredariyên Dêran hene ku civakên olî bi rê ve dibin.
RÊVEBERIYA ŞAREDARIYÊ
Meclisa Şaredariyê: Organa rêveberiyê ya şaredariyan e. Ji 5-9 endaman pêk tê. Serokatiya wê ji aliyê şaredar ve tê kirin. Endam ji aliyê gel ve ji bo demeke 4 salan tên hilbijartin. Erkên wê budçekirin, plansaziya bajarî û xizmetên herêmî ne. Şaredar li gorî kantonê rasterast ji aliyê gel an jî ji aliyê meclisê ve tê hilbijartin.
Parlamentoya Şaredariyê: Li şaredariyên mezin ên ku nifûsa wan ji 10 hezarî zêdetir e, erkên qanûndanînê pêk tîne. Endamên wê ji aliyê gel ve tên hilbijartin.
Meclisa Gel: Demokrasiya rasterast li şaredariyên ku nifûsa wan ji 10 hezarî kêmtir e tê pratîkkirin. Hemû hilbijêr salê 1-2 caran dicivin da ku li ser budçeyê û biryarên girîng deng bidin.
HÊMANÊN DEMOKRASIYA YEKSER
Civînên Meclisa Şaredariyê: Li şaredariyên biçûk ên ku nifûsa wan ji 10 hezarî kêmtir e, hemû hilbijêr dicivin û biryaran didin. Budçe, xercên mezin û guhertinên rêziknameyan li vir tên dengdan. Li bajarên mezin, li şûna van civînan, civîneke mîna parlementoyê heye.
Înîsiyatîfên Welatiyan û Referandûm: Welatî dikarin bi hejmareke diyarkirî ya îmzeyan pêşniyazên qanûnî pêşkêş bikin an jî biryarên heyî, wekî budçeya şaredariyê, bibin referandûmê.
Meclisa Giştî ya Vekirî: Hîn jî bi awayekî çalak li kantona Appenzell Innerrhoden, yek ji kantonên herî biçûk ên Swîsreyê, tê pratîkkirin. Ev yek ji mînakên herî kevin û zindî yên demokrasiya yekser e. Kantoneke din, Glarus, jî vê pergalê bi kar tîne. Ev mekanîzmayeke dengdana vekirî ye ku welatî rasterast hêza qanûndanînê bi kar tînin.
Hemwelatiyên Swîsreyî yên ku 18 salî an jî mezintir in û herî kêm sê mehan li kantonê dijîn, dikarin beşdarî civîna gel ya li derve bibin û deng bidin. Beşdarbûn ne mecbûrî ye, lê bi kevneşopî beşdarbûneke bilind tê bidestxistin.
Rojname ji hêla parlementoya kantonê ve berî roja dengdanê tên amadekirin. Mijarên wekî pejirandina budçeyê, rêjeyên bacê, qanûnên nû an guhertinên destûrî û hilbijartina rêvebirên kantonê tên nîqaşkirin û dengdan li ser wan tê kirin. Mafê her kesî heye ku biaxive. Dengdan bi bilindkirina destan ji bo "erê" an "na" tê kirin. Piraniya dengan biryar dide û biryar girêdayî ye. Biryara encam dibe qanûna kantonê. Civînên li derve ji hêla çapemeniyê ve bi zindî tên weşandin.
KARBIDESTIYÊN ŞAREDARIYÊ
Şaredarî dikarin di nav deverên xwe yên xweser de biryaran bidin. Lêbelê, qanûnên kanton û federal li pêş in. Karbidestiyên wan li gorî kantonê diguherin. Bi gelemperî, ev tê de plansazî û avakirina herêmî, perwerde (rêveberiya baxçeyê zarokan û dibistanên seretayî), xizmetên civakî, xizmetên giştî, ewlehî (wekî polîsên herêmî), çand û werzîş, bacên herêmî (baca milkê, baca kûçikan, hwd.), qeydkirina nifûsê, xizmetên cenaze û referandûmên herêmî hene.
Şaredarî ji baca milkê, baca dahatê û subvansîyonan ji kantonê dahatê werdigirin.
Sibê: Modela Spanyayê
MA / Dîren Yurtsever
