Helbestên pirtûka 'Şevbar' li ser welat û ziman in

img
NAVENDA NÛÇEYAN – Pirtûka ewil a helbestvan Xembar Farqîn bi navê “Şevbar” der çû. Helbestvan Xembar dibêje ku helbestên wî li ser evîna zimanê kurdî û welatê xwe nivîsandiye. 
 
Her ku diçe pirtûkên kurdî li pirtûkxaneyên kurdî zêde dibin. Her çiqas astengî û qedexeyên li pêşiya weşangeriya kurdî û zimanê kurdî hebe jî lê dîsa helbestvan û nivîskarên kurd bênavber dinivîsinin û hildiberînin. 
Yek ji van helbestvanê ku pirtûkek li pirtûka helbesta kurdî zêde kir jî Xembar Farqîn e. Pirtûka Farqîn a bi navê “Şevbar” ji aliyê Wesanxaneya Sîtavê ve hatiye çapkirin û der çû. Pirtûka helbestê ku bi sala ye Xembar Farqîn nivîsiyê, ku ji helbestên bîranîn û zarokatiya wî jî pêk tê êdî li ber destê xwîneran e. 
 
Gelek helbestên ku  li ser lehengên Kurd jî nivîsiye di berhemê de cîh digirin. Pirtûka “Şevbar” ji 96 rûpelan pêk tê. Çapa ewil a pirtûkê di meha tîrmehê de der çû. 
 
Berhem, helbestên wek babetên bêrîkirin, eşq, bîranîn, diyarî û evîna zimanê Kurdî û welat di nava xwe de dihewîne. Pirtûk ji aliyê zimanzan û folklorzan Miraz Ronî ve hatiye redektekirin.
 
‘EVÎNA ME WELAT Û ZIMAN E’ 
 
Xembar Farqîn derbarê tişta wî ber bi nivîsandina helbestê ve biriye diyar kir ku  gelek heval û hogirên wî bîranînên xwe jê re emanet hiştin û çûn û ji ber vê yekê jî vê helbestê bi wî daye nivîsandin. Farqîn destnîşan kir ku ji ber “xwebûnî” ew di evîna ziman û welat de raza ye û loma bêtir helbestên wî evîna ziman û welat tîne ziman.
 
XEMBAR FARQÎN KÎ YE?
 
Di sala 1983'yan de li navçeya Farqînê ya Amedê hatiye dinê û wek her kurdekî ji ber zilm û zordariya dewletê koçber dibe û diçe bajarê Stenbolê. Di tevgerên ciwanên kurd cih girtiye dûra di siyaseta partiyên kurd de fermî xebatên siyasî birêve biriye. Di rojnameya Azadiya Welat û kovaran nivîsên çand û hunerî nivîsandiye. Li navendên çandê yên girêdayî NÇM'ê bi salan rêvebertî kiriye. Ew li Stenbolê dijî û di rêxistinên civakî yên sivîl de xebatên xwe birêve dibe. 
 
Ew di helbestek xwe de wiha dibêje:
 
“Mirî û Çek
Li dû
Dîtina
Dîmenên
Sûrê
Mirî jî
Divê rakin
Çekan…”