Ji Ma Muzîkê amadekariyên zivistanê

img
 
AMED - Xebatkarên Akademiya Ma Muzîkê yên ku di çarçoveya amadekariyên zivistanê de konserve çêkirin diyar kirin ku kevneşopiya mezinên xwe ya bi salan didomînin.
 
Xebatkarên Akademiya Ma Muzîkê di çarçoveya amadekariyên zivistanê de konserveyên sebzeyan çêkirin. Xebatkaran diyar kir armanca wan ewe ku kevneşopiya mezinên xwe ya bi salan bidomînin. Xebatkarên ku di dema çêkirina konserveyan de stranên gelerî jî gotin, derbarê amadekariyên xwe yên zivistanê de axivîn.
 
‘ÇANDA MEZINÊN XWE PÊK TÎNIN’
 
Ferhat Ertaş ê ku perwerdehiya ziman dide diyar kir ku bi çêkirina konserveyan çanda mezinên xwe didomînin û got: “Em çanda dê û bavên xwe ya ku zivistanê tirşik çêdikirin ku debara xwe bikin berdewam dikin.” Merve Oner a ku mamostetiya tembûr û sêtêle dike jî anî ziman ku her sal di çarçoveyên zivistanê de amadekariyan dikin û wiha axivî: “Heta ku em xwarin ji derve bistînin, em bi xwe çêbikin ku tama wê jî xweş be. Ji ber ku tiştê mirov bi keda xwe çêdike tama wê xweştir e. Ji ber ku em vî karî bi hevre çedikin tiştekî xweştir derdikeve holê.”
 
HER SAL AMADEKARIYAN DIKIN
 
Neşet Guçmen ê ku mamostetiya ûd û cumbuşê dike jî da zanîn ku her sal ji bo şagirt û hevalên xwe amadekariyên zivistanê dikin û wiha got: “Ji ber ku her roj em xwarinên xwe li vir çêdikin van amadekariyan dikin. Ji derve xwarin girtin ji bo me ne pêwîste. Ji ber wê konserve bin, sebzeyên hişkkirî bin em çêdikin û zivistanê bi hevre dixwin.”
 
‘EM DIXWAZIN HER TIŞTÎ BI HEVRE BIKIN’
 
Evîndar Dulek a ku dersa zarokên 2 û 5 salî dide jî destnîşan kir ku sê cureyên konserveyan çêdikin û wiha axivî: “Sê cureyên konserveyên me hene. Yek bi fasûlî, yek bi bacan yek jî tenê bi bacan û îsot em çêdikin. Ji xwe me îsot jî hişkkiri bûn. Em ê bacanên biraştî jî çêkin. Ji bo zivistanê çi hewce be em dikin. Em dixwazin her tiştê xwe bi hev re bikin.”
 
ALIKARIYA MALBATAN
 
Kordînatorê Ma Muzîkê Şêrko Kanîwar jî destnîşan kir ew kar û xebatên xwe bi pergalekê birêve dibin û wiha got: “Amadekariyên zivistanê kirin û tedbîrên xwe girtin ji çanda nêolîtîkê tê. Hemû alavên paqijiyê û xwarinê yên li mutbexa Ma Muzîkê ji hêla malbatên xwendekarên me ve tê standin. Ne ku em nikarin bistînin. Malbat ji bo ku çanda komunal nemire alîkarî dikin. Mirov bi pêvajoya pandemiyê jî bi xwe hesiyan ku ne bi tenê bin û alîkariya hev bikin.” 
 
MA/ Fahrettîn Kiliç