Çirokên Komkujiya Qoçgiriyê kir pirtûk

img
MÊRDÎN – Rojnamevan Alî Yureklî ji biçûkatiya xwe ve çîrok û qewimînên Komkujiya Qoçgirî guhdar kiriye û van çîrokan berhev kiriye û kiriye pirtûk. 
 
Rojnamevan Alî Yureklî tiştên di pêvajoya Komkujiya Qoçgirî ya li dijî kurdên elewî pêk hat nivîsand û kir roman û pirtûka wî der çû. Navê Pirtûkê “Bize Kalan Îz (Şopa Ku Ji Me Re Maye)” ye. Yureklî dibêje ku wî ji biçûkatiya xwe ve ji mezinên xwe li çîrokan guhdar kiriye û bawerî, çand, rûtel û evînên li herêmê berhev kiriye. Yureklî van çîrokan hemû di çîroka evîna Medet û Xezalê de gihandiye hev. 
 
Yureklî li Tirkiyê rojnameveniyê dike û ji ber zextên lê hatine kirin ew neçar maye Tirkiyê biterikîne. Yureklî xwe wek “neviyê nifşek hatiye qetilkirin” pênase dike û got: “Evîna van her du ciwanên kurdên elewî yên ji Qoçgiriyê, di bin siya raperînekê de dest pê dike û em li ser çopa vê evînê heta xweliya qirkirinê diçin. Em tiştên di dema ku Komkujiya Qoçigiriyê de diqewimîne di evîna van her du ciwanan de dixwînin û dibînin.” Yureklî got ew li ser şopa evînê derketiye rê û vê romanê amade kiriye. Yureklî anî ziman ku ew ji biçûkatiya xwe ve van çîrokan berhev dike û ev veguherî çîrokek evînê û van çîrokan di jiyana Medet û Xezal de dike yek. Yureklî dibêje van çîrokên nivîsandiye hem ji bo wan rêyeke û hem jî li pey xwe şopek hiştine. 
 
MA / Ahmet Kanbal