Pirtûka ‘Berfwerîn’ a Rênas Jiyan der çû

img

AMED – Pirtûka helbestan a “Berfwerîn” a helbestvan Rênas Jiyan der çû. Rênas Jiyan bi vê pirtûkê pêncemîn pirtûka helbestan e dinivîse. 

Nivîskar û helbestvan Rênas Jiyan mohra xwe li bin pirtûkek din a helbestê da. Pirtûkek din a bi navê “Berfwerîn” a helbestvan Rênas Jiyan ji Weşanên Belkî der çû. Heta niha 14 pirtûkên Jiyan der çûne. 5 ji wan pirtûkên helbestan in. Bi vê pirtûka helbestan “Berfwerîn” re 5’emîn pirtûka helbestan a Jiyan e ku der diçe. Helbesthez û xwîner dikarin xwe li pirtûkxaneyên kurdî bigihînin pirtûka “Berfwerîn”. Jiyan li ser hesabê xwe medya civakî derketina pirtûka xwe “Berfwerîn” bi vê helbesta li jêrê ragihand.
 
Helbesta Jiyan belav kir wiha ye: 
 
“min taliyê jiyan ji bîr kir
mirov çawa dimeşiya li ser rêyên nigbirçî?
ev tu ji min re nabêjî mirin û jiyan kengî bûn berdêlî?
ma ne xwirîniyan destê te mastê miyan bû
ma ne êvaran komika sêwiyan xwe bi dawa te digirt 
ev zeman kengî bû şeytanekî bitextik?
ax, keçik!” 
 
Pirtûkên ku heta niha Rênas Jiyan nivîsandine wiha ne: Mexzena Xwîne (helbest), Janya (helbest), Dîn û Şîn (helbest), Diêşiya (helbest), Berfwerîn (helbest), Çirûskîzm, Stranên Sor Niviştên Mor (roman), Spîtama, Bacanên Pelçiqî, Ji Şevê Re, Bîna Petexan Ji Hêsirê Min Tê, Ponijîn, Di Tuwaletê De, Wêjeya kurmancî pênûsên çarsederb.