Lîstikvanên Bêrûyê: Kurdî temûl nakin

img
STENBOL – Lîstikvanên Lîstika Bêrû ku duh ji aliyê Qaymeqamiya Gazîosmanpaşayê ve hatibû qedexekirin, bertek nîşanî qedexekirina lîstika xwe dan û gotin ku hinceta qedexeyê bêtemûliya li hemberî çand, huner û zimanê kurdî ye. 
 
Şanoya Bajar a Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (ÎBB), di 21’ê îlonê de, ji bo şanoyên taybet ku di pêvajoya vîrûsa koronayê de rojên zehmet derbas kiribûn, biryar dabû ku di serdema xwe ya nû de cih bide 50 lîstikên wan. Yek ji van lîstikan Lîstika Bêrû ya koma şanoyê ya Teatra Jîyana Nû  ya Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (MKM) bû ku ji aliyê nivîskarê lîstikan Daîro Fo ve hatiye nivîsandin. Lê duh dema ku çend saet lîstikê re mabû, lîstik ji aliyê Qaymeqamiya Gazîosmanpaşayê ve bi hinceta “ewlehî” hat qedexekirin. 
 
SEDEM PROPAGANDAYA PKK’Ê YE!
 
Piştî vê biryarê gelek derdoran bertek nîşanî qedexeya lîstikê dan. Li ser van bertekan Cîgirê Wezîrê Karên Hundir Îsmaîl Çatakli, li ser hesabê xwe yê medya civakî derbarê mijarê de daxuyaniyek da û qedexeyê parast. Çatakli, di daxuyaniya xwe de angaşt kir ku şanoyê bi hinceta propagandaya PKK’ê qedexe kirine, di rewşên wiha de şano bi kîjan zimanî be dê qedexe bikin û derbarê kesên ku destûr dane lîstikê de jî lêpirsîn dane destpêkirin. Piştî vê daxuyaniya Çatakli daxuyaniyek bi heman rengî ji aliyê Walîtiya Stenbolê ve jî hat dayîn. 
 
‘DAÎRO FO PKK’Î BÛYE’
 
Lîstikvanên Bêrûyê derbarê qedexeya lîstika xwe de ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivîn. Ji lîstikvanan Cîhat Ekîncî, bertek nîşanî daxuyaniyên derbarê qedexeyê da û ev tişt got: “ Bi qedexeyê re nêrîna vî welatî ya li hemberî kurdan derket holê. Daîro Fo jî PKK’î bûye. Ya jî wî jî kurd zanibûne. Qewimînin piştî qedexeyê pêkenok in. Dibe ku lîstikê nexwendibin jî. Careke din derket holê ku nêrîna dewletê ya li hemberî kurdî çanda kurdî û hunera kurdî neguheriye.”
 
‘NE ŞANO KURDÎ HATIYE QEDEXEKIRIN’
 
Ekîncî, da zanîn ku dema kurd û muxalîf dibin mijara gotinê hîqûq dibe darê zorê û ev tişt anî ziman: “Niha bêhiqûqiyêke mezin heye. Li Tirkiyeyê ronakbir û nivîskar jî di nav de kesên ku biz iman û çandeke cuda weke desthilatê nafikirin dibin hedefa desthilatê û hiqûq ji bo wan dibe amûra gerfxwarinê.  Hinceta qedexeyê ne “ewlehî” ye, bêtemûliya li hemberî çand, huner û zimanê kurdî ye. Lîstik nehatiye qedexekirin, kurdî hatiye qedexekirin. Lîstik bi hêsanî bi tirkî û bi zimanekî din lîstin lê dema kurdî be dibe sedema “ewlehî”yê. Heke sahne li me bên girtin em ê jî li kûçe û parqan lîstika xwe bilîzîn.”
 
‘QEDEXE DATÎNIN SER ZIMANÊ NE DI BIN KONTROLA WAN DE  YE’
 
Lîstikvana Bêrûyê Rûgeş Kirici jî bertek nîşanî qedexeya lîstika wan da û diyar kir ku di naveroka qedexeyê de hinceteke aşkera ya ji bo “ewlehî”tunebûye û wiha got: “Min ji polisên ku biryara qedexeyê anîn pirs kir ku lîstik an ziman hatiye qedexekirin, em gefê çawa û li ewlehiya çi dixwin? Pirsgirêk ne lîstik e pirsgirêk zimanê lîstikê ye. Qedexeyê datînin ser zimanê kurdî ku ne bin kontrola wan de ye. Bêtemûliyeke mezin li hemberî kurdî heye. Meşrûbûna kurdî ya li qada fermî tirsê afirand. Qebûlkirina qedexeya kurdî tê wateya qedexekirina hunerên bi zimanên din. Wê ev jî bingehê ki qedexeyan re biafirîne. Divê dengê li dijî vê qedexeyê bilind bibe.” 
 
MA / Mehmet Aslan