HDP: Kurdî û şanoya kurdî nikare bê qedexekirin

img
ENQERE - HDP'ê nerazîbûn nîşanî qedexekirina lîstika şanoya kurdî  Bêrû da û diyar kir ku desthilatdarî dijminê kurdî ye û got ku kurdî û şanoya kurdî nikare bê qedexekirin.
 
Berdevka Komîsyona Polîtîkayên Perwerdeyê, Spor, Çand û Hunerê ya HDP'ê Sevtap Akdag Karahanli, têkildarî qedexekirina lîstika şanoya kurdî Bêrû daxuyaniyek da û bertek nîşanî qedexekirina lîstika şanoyê bi kurdî da. 
 
Akdag, diyar kir ku ji ber lîstik bi kurdî bûye hatiye qedexekirin û wiha got: “Teatra Jiyana Nû demeke dirêj e mohra xwe datîne binê gelek karên serkeftî. Ew rûmeta şanoya kurd e. Kaxizên kesên ku ji bilî qedexeyê bi tiştekî nizanin mohra xwe danîne binî, wê nikaribin pêşî li şano û zimanê kurdî bigirin. Ne kurdî ne jî şanoya kurdî bi destûra qeymeqaman hene; her malek hêlîna kurdî ye, li her devera ku sê dar û perdeyek heye, ew der warê şanoya kurdî ye. Rûrenişiya qedexekirina şanoyê û zimanekî di vê sedsalê de dê para desthilatdariya zordar be. Divê biryara qedexeyê tavilê bê rakirin. Kurdî û şanoya kurdî nabe ku bên qedexekirin.”