Kovara Zrîng bi berga 'Bijî Newroz' derket

img
AMED - Kovara qerfî Zrîng ku mehane weşanê dike, di hejmara meha adarê de cih da Newrozê. Kovar bi berga ‘Bijî Newroz’ derket. Li ser berg 2 kes bi lastîkan agirê Newrozê pê dixin û dibêjin dê tekerekê jî ji bo yên hundir pêxin.
 
Kovara Zrîngê bi hejmara 12’emîn gihîşt xwendevanên xwe. Kovara ku hemû bi zaravayê kurmancî weşanê dike û xêz û nivîsên mîzahî cih digirin bi manşeta "Newroz Pîroz be" derket. Di vê hejmarê de xêzên; Rûşen, Eşref Mûmcû, Mustafa Yaman, Erceren, Kubîlay Odabaş, Hebûn, Michael Erdman xêz kirine û xêzeke ku ji girtîgehê hatiye şandin hatiye dayîn.
 
NIVÎSÊN QERFΠ
 
Di kovarê de Azad Kutî bi nivîsa ‘Meselokên Me’, Şêx Zûbêr bi nivîsa ‘Helal û Heram’, Îkram Balekanî bi nivîsa ‘Jin&Mêr’, Ozgur Amed bi nivîsa ‘Leopar Ferhat û evîneke çînî…’, Usiv Mele bi nivîsa ‘Teşqele’, Mem Aliyê Kamûr bi nivîsa ‘Roja we pîroz be!’, Eliyê Xemxwir bi nivîsa ‘Ma ev jî henek e’, Îsa Bal bi nivîsa ‘Feqiyê Xeberbêj’ rengînî dane kovarê.
 
CIH DA PORTREYÊ QAZÎ MIHEMED 
 
Kovarê vê mehê jî ji bo xwendevanên xwe pêşbirka zanyarî, çand û wêjeyê amade kiriye û her wiha encama pêşbirka meha borî di kovarê de hatiye ragihandin. Li aliyê din di rûpela dawîn de portreya Qazî Mihemed hatiye xêzkirin û kurtejiyana wî hatiye vegotin.