Ê gelê Êlihê bi yekdengî strana ‘Ew roj wê bê’ bibêje!

img

ÊLIH - Kolektîfa Rîtma Azad, strana "Ew roj wê bê" ku di Newrozê de gotibû, dê di Newroza îsal de cardin bibêje. Endamê Kolektîfê Veysel Kiliç, bang li gelê Êlihê kir ku stranê li qada Newrozê bi hev re bibêjin. 

Kolektîfa Rîtma Azad ku komeke Navenda Çandê ya Biharê ye, ê di Newroza îsal de li ser dikê be. Kom ku ji 15 kesan pêk tê, dê strana gelêrî "Ew roj wê bê" dê bi rîtmeke nû bibêje. 
 
Endamê komê Veysel Kiliç, anî ziman ku stranê bi awayekî kolektîf ji nû ve şîrove kirine. Kiliç, diyar kir ku dê di 21'ê Adarê saet di 10.00'an de li qada Newrozê ya li Taxa Pazaryeriyê bin û bang li hemû gelê Êlihê kir ku stranê li qada Newrozê bi hev re bibêjin. 
 
Gotinên stranê wiha ne:
 
"Xwîna me rijî li deştan û çiyan 
 
Wêran kirin li me gund û bajaran 
 
Di warê bavê xwe de em bûne mihacir 
 
Wek bazên perşikestî mane li bin dest neyaran 
 
Ew roj wê bê ew roja Newrozê 
 
Cejnekî xweş bo Kurda pîroz e 
 
Ew roja serxwebûna Kurdistan 
 
Ew roj e, roja şahî ye Newroza Kurdistan
 
Bi hêvî bin van rojan derbas kin
 
Pêşkevin em ê welat xelas kin 
 
Êdî bes e em qirkirin 
 
Bi xwendin û zanîn kar bikin bo Kurdistan 
 
Kurdno rabin hûn ser piyan 
 
Xebat bikin ji bo welat 
 
Wê xilas kin ji bin destan 
 
Şer bikin ji bo welat."