Qesîdebêjê Menzîlê Abdurrahman Onul jî 'diziya' stranên kurdî kiriye

img

AMED - Derket holê ku qesîdebêj û mirîdê terîqeta Menzîlê Abdûrrahman Onul jî 10 stranên kurdî kirine tirkî û di albuma xwe de bi cih kirine. Nivîskar Selîm Temo ji bo Onul got: "Hem didize hem dibe xweyê xêrê. Hem dinyayê hem jî axretê eseh dike. Wele tam 'lehengekî serdema me ye.'" 

Ji roja ku Komara Tirkiyeyê hatiye avakirin heya niha gelek kesan çav berdaye muzîka kurdî û gelek berhemên wê qulibandine tirkî. Derket holê ku qesîdebêj û mirîdê terîqeta Menzîlê Abdûrrahman Onul jî 10 stranên kurdî qulibandine tirkî û gotine. Stranên kurdî yên ku Onul ew kirine tirkî 2 jê bi zaravayê kirmanckî û 8 jê jî bi zaravayên kurmancî ne. 
 
10 STRANÊN KURDÎ KIRINE TIRKÎ
 
Onul, strana "Elqajiye"yê ku Mikaîl Aslan dibêje bi navê "Bir Gorseydik Seni", strana ku heya niha gelek hunermendên kurd gotine "Ximximê To Ra Vana" bi navê "Aşkin ile Aşiklar", strana "Geliyê Zîlan" ku Dengbêj Kazo gotiye bi navê "Ûçûn Kûşlar Medîneye", strana "Dîlbera'm Dîlber'" ku gelek hunermenên kurd gotine bi navê "Aglaya Aglaya", strana "Bîngol Şewitî" bi navê "Yûsûf Yuzlum", qesîdeya "Hawar Geylanî" bi navê "Havar Geylanî", strana "Erdalê Min" ku hunermend Diyar dibêje bi navê "Ey Nefsî Serkeş", strana "Pîroz Be" ku hunermend Diyar dibêje bi navê "Gul Yuzlu", strana "Ay Dîlberê ku helbesta Feqiyê Teyran e û hunermend Aram Tîgran gotiye bi navê "Medîne Gulu" û strana "Yara Min Tu Rewşen î" jî bi navê "Menzîl'de Uç Mînare" qulibandiye tirkî. 
 
'DIZO ABDURRAHMAN' 
 
Nivîskar Selîm Temo, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî bertekek tund nîşan da û bi etîketa "#dizoAbdurrahman" ev tişt parve kir: "Hem didize hem dibe xweyê xêrê. Hem dinyayê hem jî axretê eseh dike. Wele tam 'lehengekî serdema me ye.'"