Pirtûka ‘Teoriya Hînkirina Kurdî-Kurmancî’ derket

img

AMED - Pirtûka Teoriya Hînkirina Kurdî-Kurmancî ku nivîskarê wê Resûl Geyîk e derket. Geyîk, têkildarî pirtûkê, diyar kir ku ji ber xwest di warê jiyanê de valahiyekê dagire pirtûk nivîsandiye û wiha got: “Divê herkes li her derê bi zimanê xwe yê dayikê biaxive.”

 
Pirtûka ‘Teoriya Hînkirina Kurdî-Kurmancî’ ya Nivîskar û Lêkolîner Resûl Geyîk ji Weşanên Azad derket. Geyîk, pirtûk bi armanca zimanê ku hêj pêşiya destpêkirina dibistanekî hatiye birîn bê nirxandin û perçeyên kêm jî bi awayekî tendurist bi perçeyên din re bên dirûn, bibin yek nivîsandî ye. Di pirtûkê de beşên “Rola Peyvan û Hînkirina Wan” , “Hînkirina Rêziman” , “Xwendin û Nivîsîn” , "Bikaranîna Hêmanên Çandî” , “Bikaranîna Wêjeyê Di Hinkirina Zimên De” cih digirin û pirtûk ji 220 rûpelan pêk tê. Nivîskarê pirtûkê û Lêkolîner Resûl Geyîk têkildarî naveroka pirtûkê ji me re axivî.
 
‘MIN XWEST DI WARÊ JIYANÊ DE VALAHIYEKÊ DAGIRIM’
 
Geyîk, qala destpêkirina pirtûka xwe kir û wiha got: “Ji ber ku her ziman ji hev cuda ne, divê zimanê ku mirov bide hînkirin nas bike. Wexta me dest bi hînbûn û pêşvebirina kurdî kir wê demê min pirs kir ku ka em ê kurdî çawa bidin hîn kirin û perwerde kirin? Niha li Tirkiyeyê li 5 zanîngehan enstîtuyên zimanê zindî hene. Lê piranî ew li ser edebiyatê disekinin. Edebiyata modern, klasîk, folklor. Lê li ser zimannasî û perwerdehiyê nasekinin. Ji bo perwerdehiya kurmancî li zanîngehan weke fakulteya perwerdehiyê tune ne. Ji ber vê yekê ev kêmasiyeke mezin bû. Wekî din ez her tim di nav xebatên ziman de bûm. Li komeleyan, saziyan em zimanî didin hînkirin. Lê divê mirov kare xwe bi rêkûpêk bike û metodeke mirov hebe ku mirov bizane çi karî dike. Wexta min master dikir jî min biryar da ku ez li ser vê tezekê amade bikim. Di teza min de çar beş hebûn lê min di vê pirtûkê de beşeke din lê zêde kir û naverok jî hinek guhert. Ji ber ku min dixwest hem di warê akademik de hem jî di warê jiyanê de valahiyekê dagirim. Nivîsandina wê qasî salek, salek û nivekê girt.”
 
Geyik, anî ziman ku li zanîngehan ji bo hînkirina teoriya kurmancî tu ders tune ne û wiha axivî: “Armanceke min ew bû ku di asta teoriyê de em tiştekî derxînin û mirov ser niqaşan bikin û ser hûr bin. Ya duyan jî ev pirtûk ji bo kesên karibin zimanê xwe biaxivin lê nikarin axaftina xwe bi awayekî herikbartir zêdetir bikine. Ji ber wê yekê jî mirov bikare ji bo mamosteyan rêberekê derxe, elbet ev ne gava dawiye. Gelek mamosteyên jêhatî û hevalên din hene ku tiştan rexne bikin, binirxînin û tişta lê zêde bikin.”
 
‘HÊMANÊN ÇANDINIYÊ BI KAR TÎNIM’
 
Geyîk, pirsa “em ê çawa rêziman peyv, xwendin û nivîsînê bidin hînkirin” kir û wiha berdewam kir: “Ez weke çareserî hêmanên çandiniyê b ikar tînim. Hêmanên çandiniyê çi ne? Wexta dê û bav ji bo zarokekî biçûk dilorînin. Wexta zarok li gundan dilîzin, zûgotinokan bi hev re dibêjin. Bi awayekî ziman û çand bi hev re di hişmendiya mirovan de cih digire. Ew kes jî bi vî awayî bi nêrîna zimanê dayikê mezin dibe, vêca ew kesayeta mirov rihettir dike. Tişta ez dixwazim bêjim ev destpêkeke, dema mirov dest bi perwerdehiya ziman bikin, ka kirîter çiye wê çawa bikin wê materyalan çawa hazir bikin? An jî dema di polekê de asta xwendekaran ne homojen be wê mamoste çi bike? Yanî di vî warî de hinek  tiştê ku min di qada pratîkê de dîtî ye min derbasî nivîsê kir. Helbet heta ji destê min hat min xwest van têkûz bikim ku mirov bikaribin bi awayekî rehet ji hev veçinînin û kêrî wan bê.” 
 
Geyîk, diyar kir ku di pirtûkê de qala 23 rêbazên hînkirina peyvan kiriye û wiha pê de çû: “Li qursan an li malê wexta em ziman bidin hînkirin, ka em ê peyva çawa bidin hînkirin? Hînkirina malê û ya li qursa cuda ye. Ji ber ku kesên diçin qursa bi hişmendiyekê diçin. Lê zarok ne wisa ne. Heta ji destê min hat min 23 rêbazên hînkirina peyvan li vê derê şirove kir ku mamosteyên qursan bikaribin li gorî rewşê xwe adabte bikin û bikaribin materyalên xwe amade bikin.”
 
‘FOLKLORA ME BESÎ ME YE’
 
Geyîk, anî ziman ku bi vê pirtûkê xwest teoriyê bide niqaşkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Wexta min pirtûk nivîsand min nexwest bi zimanekî pir tevlîhev an jî pir pir akademik ku mirov jê fêm nekin binivîsim. Min bi zimanekî ku gel bi rehetî karibe jê fêm bike nivîsand. Heta bi zanebûn min  negot pirtûk min got kitêb an jî min negot pênûs min got qelem. Helbet hûn dikarin vê rexne jî bikin lê qesta min ewe ku dema herkes lê binêre bikare tiştekî jê fêm bike.” Geyîk, bi lêv kir ku ji ber ku kurd ji wêjeya devkî tên hêmanên çandî jî bikar anîne û wiha got: “Wexta em peyva didin hînkirin em dikarin mijareke ji wêjeyê bigirin. Çanda me folklora me besî me ye. Em li folklora xwe binêrin bi hezaran peyv hene ku têra me bikin.”
 
‘DIVÊ EM 365 ROJAN BI ZIMANÊ XWE BIAXIVIN’
 
Geyîk, destnîşan kir ku ziman bi guhdar kirin û axaftinê pêş dikeve û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê herkes li her derê bi zimanê xwe yê dayikê biaxive. Heke mirov bi yekê re bi tirkî biaxive ew axaftin bi tirkî didome. Lê heke mirov bi kurdî biaxive kîjan zarava be ferq nake dê bi wî şiklî here. Tişta herî girîng axaftine. Divê mirov vî tiştî bi awayekî hûrgilî binirxîne. Mînak gelek kes hene ziman jî xwendinê jî dizanin. Lê bawer bikin belkû rojê nîv saetê bi kurdî naxwînin. Mînak rojnameya Xwebûnê hefteyê rojekê derdikeve. Bi xwe re nabînin di hefteyekê de rojnameyeke bixwînin. Mirov bi xwendin û axaftinê peyvan digire û dide. Ziman candar e. Candar bûyîn jî girêdayî mirovan e. Wekî din mirov salê carek du caran pîrozbahiya ziman bike ne rast e. Ji ber ku ziman her roj di jiyana me de heye. Mirov bi vî zimanî dijî, bi vî zimanî xwe îfade dike, bi wî zimanî jiyana xwe di mejî de, di dil de heya malê pêk tîne. Ji ber wê divê ziman her roj di rojeva me de be. Ne tenê salê rojek salê 365 roj bi awayekî xwezayî li her derê em ê bi zimanê xwe bi axivin.”
 
MA / Fahrettîn Kiliç-Cengîz Ozbasar