Wê ji bo kurdî li 3 navendan mitîng bên lidarxistin

img

AMED – Di çarçoveya kampanya ku zimanê kurdî bibe zimanê fermî û pê perwerde bê dayîn de wê li Amed, Wan û Cizîrê mitîng bên lidarxistin. 

 
Kampanya ku Komîsyona 21’ê Sibatê ya ji Platforma Zimanê Kurdî û Tora Ziman û Çanda Kurdî pêk tê, bi daxwaza “Zimanê kurdî bibe zimanê fermî û pê perwerde bê dayîn” di 22’ê sibatê de dabûn destpêkirin, didome. Di çarçoveya kampanyayê de wê komîsyonê biryar girt ku li Amed, Wan û Cizîrê mitîng li dar bixe.
 
MITÎNGA DESTPÊKÊ LI CIZÎRÊ YE
 
Wê mitîng bi dûrişmeyên “Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî û pê perwerde bê dayîn” û “Bila sedsal 21’êmîn bibe sedsala zimanê kurdî” bên lidarxistin. Mitînga destpêkê wê di 3’ê hezîranê de li Cizîrê pêk bê. Wê komîsyon bi heman dûrişmeyan di 4’ê hezîranê de li Wanê û di 7’ê hezîranê de jî li Amedê mitîng li dar bixe. 
 
Wê di mitîngan de qala girîngiya kampanya ziman bê kirin. Ji bo mitîngên Wan û Cizîrê serlêdan hatine kirin û ji bo mitînta Amedê jÎ wê di 31’ê gulanê de serlêdana bê kirin. Li bajarên ku mitîng li wan bên kirin ji niha ve xebatên mitîngan dest pê kirine. Di hefteya pêş de bi civînê de çapemeniyê mitîng bên ragihandin.