Ji bo zarokan dibistana gerok

img
AMED - Atolye Mend, dê bi “Dibistana muzîkê ya gerok” zarokên li gundan hînî çêkirina amûrên muzîkê bike. Piştî kargeh û dibistana 8 mehan dê li gundan konseran bidin û ji bo zarokan dê mihrîcanan li dar bixin. 
 
Atolye Mend, nêzî salekê ye li Amedê bi çêkirina amûrên muzîkê re mijûl dibe. Atolye, bi projeyeke cihê dixwaze xwe bigihîne gundên derdora Amedê û li wir amûrên muzîkê çêkin. Atolye Mend ji bo vê yekê projeya bi navê “Dibistana muzîkê ya gerok” da destpêkirin.  Atolye Mend ji bo vê projeya xwe bibe serî bi Komeleya Beriya Her Tiştî Zarok, Navenda Ma Muzîkê û Komeleya Huner a Dîcle Firatê re li hev kir û bi hevkariya van komeleyan dê projeya “Dibistana muzîkê ya gerok” bi rê ve bibe. Di çarçoveya vê projeyê de, li 4 gundên Amedê wê ji bo zarokan kargehên muzîkê werin lidarxistin û çêkirina amûrên muzîkê jî fêrî zarokan bikin.
 
Projeya “Dibistana muzîkê ya gerok” bi piştgirî û sponsoriya “Qada Ji bo Çandê" dê li 4 gundên derdora Amedê pêk bê û di dawiya projeyê de, dê bi zarokan re konserekê bidin. Dê zarok derkevin ser dikê û stranan bibêjin. 
 
Adar Bozaner û Yunus Çelîk ji ber ku atolyeya çêkirina amûrên muzîkê li Amedê tine ye, biryar dan ku cihê “Atolye Mend” vekin. Bozaner û Çelîk li atolyeyê tenê amûrên muzîkê çênakin, ew gelek amûrên muzîkê jî tamîr dikin û ji ber vê yekê gelek muzîkjen amûrên xwe dibin cem wan tamîr dikin. Atolye, dixwazin vî karî dixwazin mezintir bikin û heta bi gundan bibin û bi zarokan re projeyeke nû çêdikin.
 
Rêvebera projeya "Dibistana Muzîka Gerok" Muzîkjen Evîn Tiryakî, bal kişand ser projeyê û got. “Atolye Mend bi çêkirin û tamîrkirina amûrên muzîkê li Amedê, cihê valahiyeke mezin dagirt. Di demeke kin de karên xwe bi pêş xistin û nihêrîna vê projeya cihê bi me re parve kir. Me jî ev daxwaza wan bi kêfxweşî qebûl kir. Mixabin zarokên li gundan li gorî yên bajaran derfetên wan tine ne. Zarokên li gundan nikarin xwe bigihînin amûrên muzîkê û ji dersên muzîkê bê par in. Bi rêya vê projeyê em ê xwe bigihînin gundan û zarokên ku derfetên wan yên kirrîna amûrên muzîkê tine ye, dê hînî çêkirina amûrên muzîkê bibin û ev amûr dê bibe yê wan. Mamosteyên ku bi vî karî re mijûl in dê amûrên muzîkê çêkin û van amûran diyarî zarokan bikin. Ev kargeh û dibistan bi qasî 8 mehan dê bidome û di dawiya projeyê de em ê li gundan konseran bidin û ji bo zarokan mihrîcanan li dar bixin."