Serlêdanên Pêşbazîya Çîrokê ya Şerzan Kûrt dest pê kirin

img

ÊLIH - Serlêdanên Pêşbazîya Çîrokê ya 11'an a Şerzan Kurt dest pê kirin. 

Xwendekarê Zanîngeha Mûglayê Şerzan Kûrt, di 12'ê Gulana 2010'an de di dema bûyerên xwendekaran de bi çekê hatibû kuştin. Egîtîm Sen a Êlihê jî ji wê çaxê heya niha li ser navê wî pêşbaziyên çîrokê çêdike. 
 
Serlêdanên Pêşbazîya Çîrokê ya 11'an a Şerzan Kûrt, dest pê kirin. Di pêşbazîyê de çîrokên bi kurdî û tirkî tên qebûlkirin. Dîroka dawî ya serlêdanê 15'ê Îlonê ye. Xelatên pêşbirkê jî dê di 9'ê Mijdara 2021'ê de bên dayîn. 
 
Îsal Çorê Arda, Rengîn Kardelen, Bûrhan Tek, Mûrad Dildar, Ferhadê Mihemed û Omer Kurt (bavê Şerzan Kurt) dê juriyê çîrokên kurdî bin. Bîrgul Sevînçlî, Gamze Guller, Sûzan Bîlgen Ozgun, Menekşe Toprak, Şengul Can û Nejla Kûrt (dêya Şerzan Kûrt) dê juriyê çîrokên tirkî bin. 
 
Serokê Egîtîm Sen a Êlihê Nûrettîn Şîmşek, anî ziman ku polîs Gultekîn Şahîn ku Şerzan Kûrt kuştibû, li Êlihê dixebitî û malbata Kûrt nas dikir û piştî tayinî Mûglayê hatiye kirin, li wir Şerzan Kûrt kuştiye. Şîmşek, bi lêv kir ku vê pêşbaziyê ji bo bîranîna Kûrt li dar dixin û dê îsal ya 11'an çêbikin. 
 
Şîmşek, diyar kir ku pêşbazîya çîrokan ji ber qeyûmên tayinî şaredariyê hatine kirin û ji ber pandemiyê, 5 sal in bi beşdarbûyînek hindik çêdibe, lê îsal dê merasîma xelatê bi awayekî girseyî li dar bixin. 
 
Şîmşek, destnîşan kir ku di vê pêvajoyê de herî zêde êrîş li ser kurdî çêbûne, lewma dê xelatê ji xeynî kesên di qada çîroka bi kurdî serketine, bidin kesên di warê kurdî de dixebitin jî. Şîmşek, anî ziman ku armanca wan tevkariya kurdî bikin. 
 
MA / Fethî Balaman