12 hunermend li ser zimanê kurdî strîn

img

AMED - 12 stranbêjên kurd li ser zimanê kurdî klîbek amade kirin û hunermend bi vê stranê balê dikişînin ser girîngiya zimanê kurdî.  

 
Zimanê kurdî her dibe helbest û stran û di nava amûrên muzîkê de dijene. Heta niha gelek stran û helbest li ser xweş û şîrîniya zimanê kurdî hatine nivîsandin û gotin. Lê helbet strana ku herî zêde li ser zar û zimanê gelê kurd e strana “Zimanê Kurdî” ku aydê hunermend Aram Tîgran ve hatiye strandin û heta niha hunermendek kurd nemaye ku negotiye. 
 
Stranek din jî li ser parastin û şîr helaliya zimanê kurdî bi navê “Zimanê Me” wek klîbek hat amadekirin û hat weşandin. Gotin û muzîka stranê aydê humermend Şahîn Farqîn e û 12 stranbêj vokaliyê dikin. Stranbêjên ku vokaliyê dikin wiha ne: Farqîn Azad, Zîlan Tîgrîs, Nûrcîhan Yilmaz, Îhsan Zanyar, Hêja Can, Dozvan Amed, Mehmûd Goçer, Ozan Îbrahîm, Şahîn Farqîn, Serhed Guneş, Serdar Baysal û Herem Nêrgiz. Dîmenên klîbê jî ji cih û warên dîrokî yên Amedê û dîmenên zarokan pêk tên. Hunermend bi vê klîbê balê dikişînin ser girîngiya zimanê kurdî û cih û warên dîrokî yên Kurdistanê.  
 
Gotinên stranê wiha ne:
 
ZIMANÊ ME
 
"Zimanê me rûmeta me
Ew nasname û hebûna me.
Wekî şîrê dayîka me
Li me helale ey hevalno
Wekî şîrê dayîka me 
Li me helale ey delalno.
 
Ew e rastîya hezar salan
Ji xelkê re mekin talan. 
Mîrasa Zerdeştê Kalan
Biparêzin ji boy niştiman. 
Mîrasa Zerdeştê Kalan 
Biparêzin ji boy zarokan.
 
Helbesta Şêx Ehmedê Xan
Bû evîna Memê Alan
Helbesta Feqîyê Teyran
Pê evîn kir Memê Alan
Bersivî ji bo hemû cîhan
çi xweşî zimanê kurdan
Bersivî ji bo hemû cîhan 
Her bijî zimanê kurdan.
 
Tu yî gelê herî dilsoz
Bernedin vê doza pîroz 
Xwedî derkev li zimanê xwe
Bila xurttir bibe her roj
Bi zimanê xwe biaxive
Bila mezin bibe her roj.”
 
Lînka klîbê wiha ye: