Serlêdanên akademiyên Ma Muzîkê dest pê kirin

img

AMED - Perwerdekarê Ma Mûzîkê Hunermend Mesûd Gever, ji bo destpêkirina serlêdanên akademiyên Ma Mûzikê bang li malbat û ciwanan kir ku serî li akademiyan bidin û wiha got: “Akademiya Ma Muzîke di heman demê de konservatuara muzîka kurdî ye.”

Akademiya Ma Muzîkê ku ji bo pewistiya muzîkê ya bi perwerdehiya zimanê kurdî û bi felsefeya “Li her derê muzîk, ji bo herkesê muzîk” derketiye rê, serlêdanên akademiyên xwe yên Akamiya Ma, Dengbêjî û Stranbêjiyê û Zarokan da destpêkirin. Serlêdan wê heta 30’ê îlonê bidomin. Perwerdekarê Akademiya Stranbêjî û Dengbêjiyê yê Ma Mûzîkê Hunermend Mesûd Gever têkildarî qeydên akademiyan axivî.
 
WÊ PERWERDE 4’Ê COTMEHÊ DEST PÊ BIKIN
 
Gever, diyar kir ku serlêdanên serdema akademiyên wan a nû dest pê kir û wiha got: “Serlêdanên akademiyên me wê heta 30’ê îlonê berdewam bikin. Di navbera 1’ê cotmehê heta 3’yê cotmehê jî em kargehên hilbijartinan çêbikin. Em li gorî beş û asta kesên serî li akademiyên me bidin hilbijartinan çêbikin û em ê kontenjanan diyar bikin. Wê 4’ê cotmehê jî perwerde dest pê bikin.”
 
‘MA MUZÎK KONSERVATÛARA MUZÎKA KURDÎ YE’
 
Gever, diyar kir ku Akademiya Ma Muzîkê konservatuara muzîka kurdî ye û wiha berdewam kir: “Akademiya Zarokan ji bo xwendekarên 6 salî heta 14 saliya ne. Akademiya mezinan ji bo 15 salî heta 30 saliyan e. Naveroka perwerdeyan di warê muzîkê de hûn çi bixwazin heye. Ji solfejê bigire heta amûrên weke piyano, tembûr, santûr, bilûr û heta meqamê. Piştî astekê û şunde kargehên performansan tên. Akademiya stranbêjî-dengbêjî û ya mezinan 3 salan didome. Yên ku niha li akademiyê perwerdeya muzîkê didin demekê şagirt bûn. Heta ji zarokatiyê dest pê kirin. Niha mamoste ne perwerdekar in. Dema xwendekaran piştî sê salan bi awayekî serkeftî akademî qedand, wê ew perwerdeya muzîkê bidin. Akademî di heman demê de qursan jî dide.”
 
JI DERVEYÎ AMEDÊ JÎ SERLÊDANAN DIGIRIN
 
Gever, da zanîn ku ji bo şewba vîrûsa koronayê jî bergiriyên xwe girtine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema pandemiyê dest pê kir me xebatên xwe yên komî sekinandin û yek bi yek şagirt girtin lê dema vîrûs zêdetir bû, me bi onlinê perwerdeyên xwe berdewam kirin, qet nesekinîn. Ji hela paqijî, maske, dezenfektanan jî me bergiriyên xwe girtine. Heke di rojên pêş de nexweşî dîsa zêde bibe em ê li gorî şert û mercên demê tevbigerin û wê perwerdehiyên me berdewam bikin.”
 
Gever, bi bîr xist ku Akademiya Ma Muzîkê tenê li Amedê karê mûzîkê didomîne û wiha pêde çû: “Lê ji derveyî Amedê jî em serlêdana digirin. Kesên ku derfetên wan nebin Ma Muzîk bûrsê jî dide, hem ji bo cihê mayînê hem ji bo tedarîka amûrên muzîkê dibe alîkar.”
 
LI SER HÎMÊ ÇAND Û MUZÎKA KURDÎ
 
Gever, bang li malbat û ciwanan kir ku serî li akademiyan bidin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em ji malbatên xwe re ji ciwan û zarokên xwe re dibêjin Akademiya Ma Muzîke di heman demê de konservatuara muzîka kurdî ye. Ma Muzîk di vî warî de alternatîf e. Her malbata me dikare zarokên xwe bi dilekî rihet bîne vir û qeyda wan çêbikin. Tiştên ku li konservatuarekê hîn bibin li vê derê jî dikarin hîn bibin. Lê li ser hîmên çand û muzîka kurdî ev pêk tê.”
 
MA / Fahrettîn Kiliç - Eylem Akdag