Çîrokên ku jinên girtî dinivîsinin wê bên berhevkirin

img
AMED - MED-DER, PEN'a Kurd, Komeleya Wêjekarên Kurd, Enstîtûya Amedê û MED TUHAD-FED wê derbarê girtiyên jin de xebata çîrokan bidin destpêkirin. Di çarçoveya bernameyê de divê çîrok heta dawiya 8'ê Adara 2022'an ji MED TUHAD-FED re bên şandin.  
 
Komîsyona Jinan a Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER), Komîsyona Jinan a Enstîtuya Kurdî ya Amedê, Komîsyona Jinan a Komeleya Wêjekarên Kurd, Komîsyoan Jinan a PEN’a Kurd û Komîsyona Jinan a Federasyona Piştevaniya Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hukumxwaran re (MED TUHAD-FED) ji bo jinên di girtîgehan de ne xebata çîrokan didin destpêkirin. Saziyan ji bo vê xebatê li MED-DER’ê civîna çapemeniyê li dar xistin. Komeleya Jinan a Rosa, Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê û Komîyosna Jinan a Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) jî beşdarî civînê bûn. 
 
 Di destpêkê de Sunay Aslan a ku di rêveberiya MED TUHAD FED’ê de cih digire axivî û diyar kir ku ji bo jinên girtî ku di şert û mercên xirab de li girtîgehan dimînin xebatek ji bo motîvasyonê didin destpêkirin. Aslan anî ziman ku ew ji bo vê xebatê  ku di esasê xwe de jinan di nav xwe de dihewîne li benda piştevaniyê ne.
 
'EM BIBIN DENGÊ GIRTIYAN' 
 
Pişt re Hevseroka Komeleya Wejekarên Kurd Sultan Yaray axivî û da zanîn ku li girtîgehan zext zêde bûne û wiha axivî: “Wekî tê zanîn her diçe tecrîd girantir dibe û rewşa girtiyan jî ber bi xirabûnê ve diçe. Me jî ji bo jinên girtî xwest xebatek bi vî rengî bidin meşandin û hest û dengen wan bidin bihîstin. Di vê pêvajoyê de pêwiste ku hemû kes bibe denge girtiyan.”
 
‘KURDÎ LI GIRTIYAN QEDEXE DIKIN’
 
 Hevseroka MED-DER’ê Şîlan Elmas Kan jî bi metna daxuyaniyê ya xwend. Elmas diyar kir ku li girtîgehan bi hezaran mafên wan tên binpêkirin û got: “Wek tê zanîn, bi hezaran kurdên azadîxwaz, ji ber têkoşîna xwe ya azadiyê îro di zindanan de dîl tên girtin, dibin tecrîdê de ne û her cureyê îşkence û kiryarên li dijî mirovahiyê li wan tên kirin. Gelek ji wan, di encama van kiryarên hov de jiyana xwe ji dest didin, Tên kuştin, birîndar dibin û mafên wan ê herî mirovî tên binpêkirin. Ligel vê yekê, kurdên dîlgirtî, li zindanan jî ji her milî ve li ber xwe didin. Bi taybetî jî jinên kurd ên azadîxwaz çawa li derve li dijî her cureyê pêkanînên derveyî mirovahiyê li ber xwe dan, li zindanê jî ji her alî ve li ber xwe didin û têkoşîneke bêhempa dimeşînin. Bêguman, desthilatdarî, di zindanan de, êrişî zimanê kurdî jî dike. Li dijî zimanê kurdî jî bi awayên cuda astengî, zext û pêkanînên dijminane dimeşînin. Axaftin, name û berhemên kurdî ji gelek milan ve, bi rê û rêbazên rojanekirî tên qedexekirin.”
 
‘GIRTÎ GELEK BERHEMÊN KURDÎ DIAFIRÎNIN’ 
 
 Elmas destnîşan kir ku gelek girtî ji bo parastin û pêşxistina kurdî jî ked û têkoşîneke mezin didin û gelek berhemên kurdî diafirînin û wiha domand: “Bi taybetî jî jinên dîlgirtî. Lê sed mixabin, gelek caran berhemên wan an tên desteserkirin, an tên windakirin û an jî doz li wan tên vekirin. Piraniya berhemên wan ên ku bi hezar zor û zehmetî ji derve re tên şandin jî ji aliyê sazî û weşanxaneyên kurd ve bi sedemên cuda nayên weşandin. Em wek lijneya jinên ji saziyên ziman û wêjeya kurdî, hemû kiryar û pêkanînên li ser jinên kurd ên dîlgirtî û yên li ser zimanê kurdî şermezar dikin; bang û gazî li hemû sazî, dezgeh, derdorên azadîxwaz û demokrat, nivîskar, hunermend û li gelê xwe dikin ku li dijî van kirayaran têkoşîna xwe ji her alî ve bilind bikin, berxwedan û têkoşîna jinên kurd ên dîlgirtî û hemû dîlgirtiyên azadiyê mezintir bikin, bi taybetî jî têkoşîna wan a parastin û pêşxistina zimanê kurdî li her derê bilind bikin.”
  
DIVÊ ÇÎROK HETA 8’Ê ADARÊ WERIN ŞANDIN 
 
 Elmas di dawiyê de wiha got: “Herwiha, ji bo xwedîlêderketin û mezinkirina têkoşîna jinên dîlgirtî em wek saziyên ziman û wêjeya kurdî dixwazin berhemeke çîrokan ên ku ji aliyê  jinên dîlgirtî ve hatine nivîsîn biweşînin. Ji bo vê jî em dixwazin, her jineke kurd a dîlgirtî ji me re bi zaraveyekî kurdî çîrokeke ku mijara wê serbest e binivîse û bişîne. Divê çîrok dawiya 8’ê Adara 2022'an, ji MED TUHAD-FED'ê re bên şandin. Di heman demê de her jineke ku çîroka xwe dişine divê kurtejiyana xwe jî bişîne. Ev berhem dê bi sernavê ‘Çîrokên Jinên Berxwedêr ên Di Zindanan’  de bi riya berhemekê bê weşandin. Bi hêvî û baweriya ku dê jinên dîlgirtî bi çîrokên xwe tevlîbûneke xurt ji bo vê xebatê nişan bidin, berxwedana hemû dîlgirtiyên azadiyê bi rêzadarî silav dikim û dibêjim: Berxwedan û têkoşîna we berxwedan û têkoşîna me ye."