Teatra Sî dê li sê bajarên Bakur lîstika ‘Tu ne Gara yî’ pêşkeş bike

img
AMED - Teatra Sî ku girêdayî GKSM’ yê dê di navbera 24 û 27’ê nîsanê de li sê bajarên bakurê Kurdistanê bi lîstika “Tu Ne Gara Yî” derkeve pêşberî bînerên xwe. 
 
Teatra Sî ya girêdayî Navenda Çand û Hûnerê ya Golgeyê (GKSM) dê di navbera 24 û 27’ê nîsanê de li Wan, Êlih û Amedê bi lîstika Tu ne Gara yî (Sen Gara Degilsin) ya Azîz Nesîn ku ji hêla şanoger Kaddafî Ûnal ve hatiye wergerandin, derkeve pêşberî şanohezan. 
 
Bernameya Teatra Sî ya Lîstika Tu ne Gara yî wiha ye: 
 
* Di 24’ê nîsanê saet di 20.30’an de dê li Şanoya Mencelê ya Wanê bê pêşandan. 
 
* Di 25’ê nîsanê saet di 21.00’an de dê li Yenîsahne ya Êlihê were pêşandan.
 
* Di 27’ê nîsanê saet di 20.30’an de dê li Şanoya Bajar a Amedê bê pêşandan. 
 
BANGA XWEDÎDERKETINÊ 
 
Têkildarî mijarê derhenera lîstikê Rewşan Apaydin bi ajansa me re axivî û bang li gelê kurd kir. Apaydin, diyar kir ku ji bo pêşxistina çand û hunera kurdî divê hemû kes xwedî li li şanoger û şanoyên kurdî derkevin û wiha got: “Em tevahiya gelê xwe vedixwînin şanoya kurdî. Em bi hêvî ne ku gelê kurd me bi tenê nahêle û dê xwedî li çanda xwe derkeve.” 
 
MIJARA LÎSTIKÊ
 
Lîstika bi navê "Tu ne Gara yî" ya Azîz Nesîn, hin aliyên lehengî û îronî di xwe de dihewîne û van aliyan li desthilatên sedsala bîstemîn bar dike. Di rastiyê de haya Gara ji şer, aliyê siyasî û civakî tune ye û di vî warî de ne sergehiştî ye. Li ser gotegotan weke lehengek tê danasîn û li cihê jê dayik bûye anku li Yuntaburê peykerê wî tê çêkirin. Sîyasetmedarên wê demê jî lehengiya Gara ya bêbingeh bi kar tînin û dibin rêveber. Gara, ji keştiya şer a noqî ava bûyî rizgar dibe û diçe Yuntaburê û çavê wî bi peykerê wî dikeve. Rantxwariya siyasetmedarên ku bi saya lehengiya Gara bûne desthilatdar, bi vegera Gara re aşkere dibe. Ji bo ku gel bi rastiyê nehese jî, nasnameyeke cuda didin Gara. Lê Gara vê yekê red dike û dibe qurbaniyê desthilatdariyê. Bi Gara re her wiha “rastî” jî tê kuştin.