Hinek Henek bi 5 listikên nû derket pêşberi bîneran

img
AMED - Hinek Henek ku lîstikên wê ji aliyê nivîskarên dildar ve tên nivîsandin, bi 5 lîstikên xwe yên nû li ser dika Şanoya Bajêr a Amedê derket pêşberî bînerên xwe.
 
Koma Hinek Henek ku ji lîstikvanên Şanoya Bajêr a Amedê, Tiyatro Mencel, Teatra Jiyana Nû û Yekta Hêvî pêk tê û piranî lîstikên ku ji aliyê nivîskarên dildar ve hatine şandin, dilîzin di çarçoveya bernameya Meha Nîsanê de bi lîstikên xwe yên bi navên Qerete, 100 Mîlyon, Riya Timarxaneyê, Jixweberî û Dinya Nedîtî li ser dika Şanoya Bajêr a Amedê derketin pêşberî bînerên xwe. Listik bi eleqeyekî mezin hatin şopandin û salon têrî temaşevanan nekir. Kesên dixwazin listikan temaşe bikin ji derveyî rezervekirina cih, divê ji şanoyê biletên xwe bistînin û koltixa xwe mîsoger bikin.  
 
Navên lîstikan û naveroka wan wiha ye:
 
QERETE
 
Lîstika ji aliyê Elîxan Loran ve hatiye nivîsandin, mijara 2 jinên (Perê- Hîvê) ku di çarçoveya xwe parastinê de dixwazin hînî qereteyê bibin digire dest. Lîstik feraset û êrişên li ser jinê bi çavekî rexnegir digire dest û peyamên xurt dide bînerên xwe.
 
100 MÎLYON
 
Lîstika ji aliyê Reşat Kemal ve hatiye nivîsandin bihabûna jiyanê û danûstandina bazarê digire dest. Lîstik ji ber bihabûnê fêlbaziyên ji aliyê bazarvanan tên kirin bi çavekî rexneyî radixe ber çavan. Hesreta bazarvanan a li hember 100 milyon bi awayekî trajîkomîk hate lîstin.
 
RIYA TIMARXANEYÊ
 
Listika ji aliyê Elîxan Loran ve hatiye nivîsandin çîroka sê dînên ku dixwazin ji timarxaneyê birevin vedibêje. Dîn bi awayekî ji timarxaneyê direvin û serdikevin lê belê pişt re dîsa li timarxaneyê vedigerin û di navbera xwe de serkeftina provaya revînê pîroz dikin. Dîn dixwazin roja paştir bi rastî birevin. 
 
JIXWEBERÎ
 
Lîstikvan Kemal Ulusoy 2 şanogerên dildar vexwend ser dike û bi lîstikeke gelerî li ser giringiya ziman diyalogek ava kir. Dîyalog bi lîstika gelerî ‘ling sorkirin’ dest pê dike û qasî ku Ulusoy derfet dibîne lîngê lîstikvanên dildar bi axafinê mijûl dike û bi şeqama sor dike. 
 
DINYA NEDÎTÎ
 
Listik ji aliyê Rûşen Çaglayan ve hatiye nivîsîn û dewlemendên nedîtî ku bi pere û derfetên xwe ve kêrî xwe û derdorî xwe nayên bi awayekî rexneyî hatiye destgirtin.