Aryenê 4 pirtûkên din çap kirin

img
AMED - Weşanxaneya Aryenê pirtûka "Zagroslarda Bir Ceylan" a A. Rahman Çadirci, pirtûka "Direnişe Çagri Manîfestosû" ya Bager Sayak, pirtûka "Xîwnzê" ya Mihemed Mihdî Nêçîrvan "Esargeya Şêmûgê" ya M. Çiya Mazî çap kirin. 
 
Weşanên Aryen dudo jê bi kurdî çar pirtûkên nû çap kirin. Pirtûka helbestan a "Esargeya Şêmûgê" ya M. Çiya Mazî û pirtûka helbestan "Direnîşe Çagri (...ragmen sessiz kaliyorsun!)" (Manîfestoya Banga Berxwedanê (…tevî ku tu bêdeng bimînî!)) ya Bager Sayak, pirtûka bîranîn-çîrokan a "Zagroslarda Bir Ceylan" (Xezalek li Zagrosê) a A. Rahman Çadirci û pirtûka çîrokan "Xwînzê" ya Mihemed Mihdî Nêçîrvan gihaştin ber destê pirtûkhezan.
 
'MANÎFESTOYA BANGA BERXWEDANÊ'
 
Manîfestoya Banga Berxwedanê (…tevî ku tu bêdeng bimînî!) pirtûka ewil a Bager Sayak e. Sayak, di sala 2010'an de hatiye girtin û gava hatiye girtin temenê wî hatiye mezinkirin. Di pirtûka wî de bi giştî 23 helbest hene û her helbestek xwedî çîrokek e. 
 
'XWÎNZÊ'
 
Pirtûka kurteçîrokan a Mihemed Mihdî Nêçîrvan "Xwînzê" 53 rûpel e û ji çîrokekê pêk tê. Nivîskar zilm, tahde, berxwedan û lêgerîna li vê xakê di çîrokekê de vegotiye: "Xwedênenas di nava xwîna me de li ser xaka me vedigevizin. Xwîna me û keda me dixwin û me tune dikin."
 
'XEZALEK LI ZAGROSÊ'
 
Pirtûka “Xezalek li Zagrosê” a A. Rahman Çadirci ji 10 bîranîn û çîrokan pêk tê. Çadirci di vê pirtûka xwe de dibêje: "... naskirin, nasandin, bibîranîn û zindîkirina mîmarên wêjeya vê dîrokê yênbi lehengiya xwe perestgeha bi navê welatê Kurdistanê ji nû ve ava kirine, berpirsiyariyeke me ya sereke ye. Ji ber ku ew koka me ne, çavkaniya zemzemê ne..." 
 
'ESARGEYA ŞÊMÛGÊ'
 
"Esargeya Şêmûgê" pirtûka çardan a M. Çiya Mazî ye. Esargeya Şêmûgê ji 84 rûpelan pêk tê û tê de 32 helbest hene. Mazî helbestên di Esargeua Şêmûgê de di sala 2020, 2021 û 2022'yan de li Mêrdîn û Stenbolê nivîsîne.