Li Dêrsimê bi hezaran kes li dijî qedexeya festîvalê meş li dar xistin

img

DÊRSIM - Bi hezaran kesê ji bo Festîvala Mûnzûrê ya 20’emîn hat bajêr li dijî biryarên qedexeya walîtiyê danî pêşiya festîvalê dest bi meşê kirin.

Festîvala Çand û Xwezayê ya 20’emîn a Mûnzûrê îsal bi dirûşma “Li dijî talankirina madenê xwezayê, li dijî talanê jiyanê, li dijî qedexeyan hunerê diparêzin” di navbera 21-24’ê tîrmehê de li Dêrsimê û navçeyên wê tê ldarxistin. Walîtiya Dêrsimê hin qedexeyan anî pêşiya Festîvalê. Bi hezaran kesê ji bo festîvalê hatin Dêrsimê bi boneya nerazîbûna li dijî hin qedexeyên walîtiyê ku danî pêşiya festîvalê, dest bi meşê kirin.
 
Parlamenterên HDP’ê Ayşe Acar Başaran, Alîcan Onlu, Pero Dundar jî di nav de bi hezaran kes ji Kolana Hunerê bi berzkirina dirûşmên “Festîval a gel e, nayê qedexekirin”, “Dêrsim rûmet e, xwedî li rûmeta xwe derkeve” û “Li dijî faşîzmê mil bidin milê hev” dest bi meşe kirin. Meş dê li Qada Seyîd Riza bi dawî bibe û daxuyanî li vir bê dayîn.