Festîvala Xweza û Baweriyê: Bila însan biz iman û baweriy xwe bijîn

img
MÛŞ - Li Gimgimê Festîvala Xweza û Baweriyê ya Hizir Mekani di roja duyemîn de berdewam kir. Hevserokê DAD’ê Mûsa Kulû got: “Cîhanek ku her kes bi reng, ziman û baweriya xwe bijî xweş e.”
 
Li navçeya Gimgimê ya Mûşê Festîvala Xweza û Baweriyê ya Hizir Mekani di roja duyemîn de bi coş û kelecanî berdewam kir. Welatiyan duh serê sibehê serdana Gola Xamirpêtê kir. Êvarê jî li navenda navçeya Gimgimê konser hat lidarxistin û bi sedan kes tev li bûn. Welatiyan li ber muzîkê govend gerand. Parlamentera HDP’ê ya Mûşê Gulistan Kiliç Koçyîgît, Serokê Giştî yê EMEP’ê Ercument Akdenîz, Hevserokên Giştî yê Komeleyên Demokratîk ên Elewiyan (DAD) Musa Kûlû û Kadriye Dogan û gelek nûner û rêveberên saziyên elewiyan tev li şevê bûn. 
 
Di festîvalê de axaftin hatin kirin. Li ser navê Komîteya Amadekar a Festîvalê Rêveberê DAD’ê Îmam Balsever axivî û ew ê li dijî her cure êriş û destên qirêj ên li ser baweriya elewîtiyê rabin û dê baweriya xwe teslîm nekin.
 
‘BILA HER KES BI ZIMAN Û BAWERIYA XWE BIJÎ’ 
 
Hevserokê DAD’ê Musa Kûlû jî axivî û wiha got: “Heke bawerî û nasname reng, ziman û dîroka xwe winda bikin dê mirovatî winda bikin. Em jî dibêjin li ser vê axê cîhanek ku her kes bi reng, ziman û baweriya xwe bijî xweş e.”
 
Parlamenter Gulistan Kiliç Koçyîgît jî axivî û bal kişand ser êrişên li ser sazî û baweriya elewiyan û yên ku êrişî bawerî, çand û hebûna elewiyan dikin bêyî şerm bikin jî radibin xwedîgiravî ji elewiyan dikin û lê li aliyekî jî elewiyan asîmile dikin. 
 
Serokê Giştî yê EMEP’ê Ercument Akdenîz jî axivî û destnîşan kir ku îktidar ji bo berjewendiyên xwe û hilbijartinê niha jî dest bi hevdîtina elewiyan kiriye û ew ê elewî bi vê nexapin û dê hemû bi hev re vê pergalê biguherînin. 
 
Piştî axaftinên hatin kirin, welatî li ber muzîkê govend gerandin. Dê festîval îro bi rêzeçalakî û serdanên cuda bi dawî bibe.