Tevî hemû astengiyan jî konsera xwe li dar xistin!

img
STENBOL - Hunermendên NÇM'ê tevî hemû qedexeyan jî çûn ser dikê û konsera xwe li dar xistin. Hunermendan got ku armanca van hewldanên qedexekir hedefgirtina çanda kurdî bi xwe ye. 
 
Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM), dê bi dirûşmeya "Em ê bêjin" li Navenda Pêşandanê ya Yahya Kemal Beyatli ya li Kuçukçekmeceya Stenbolê konserek li dar bixista, lê Qeymeqamtiya Kuçukçekmeceyê bi hinceta "dê bibe sedema xirabkirina pergala û cemaweriyê û asayîşa giştî" konserê qedexe kir. Hunermendên NÇM'ê ku bertek nîşanî biryara qedexeyê dan, ragihandin ku ew ê konsera xwe li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Bagcilarê li dar bixin. Beriya konserê polîsan avahiya partiyê dorpêç kirin, lê tevî hemû qedexeyan jî gelek kes tevlî konserê bûn. 
 
Konser bi rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir. Ewilî hunermend Kadîr Çat çû ser dikê. Çat bibîr xist ku beriya konserê hevalên wan hatine binçavkirin û got ku tu astengî nikarin pêşî li ber wan bigirin. 
 
Paşê hunermendên din çûn ser dikê. Hunermendan got ku armanca van hewldanên qedexekir hedefgirtina çanda kurdî bi xwe ye. 
 
Konser bi govendgirtinê, çepik û berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.