Di Pêşbirka Çîrokan a Abdullah Duran de encam diyar bûn

img
AMED - Encamên Pêşbirka Çîrokan a Abdullah Duran ku her sal tê lidarxistin, diyar bû. 
 
Zarokê bi navê Abdullah Duran ê 9 salî di sala 2006’an de li Amedê di dema protestoyan de ji hêla polîsan ve hatibû qetilkirin. Her sal li ser navê Abdullah Duran, “Pêşbirka Çîrokan a Abdullah Duran” tê lidarxistin. Encamên pêşbirka îsal hate eşkerekirin. Pêşbirk, ji hêla Şaxên Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) ya Amedê ve tê lidarxistin û îsal jî ya 13’emîn hat lidarxistin. Pêşbirk, di 3 katagoriyan de hate kirin. Bi zaravayên kurmancî û kirmancî yên kurdî û zimanê tirkî hate kirin. Ji ber ku di zaraveyê kirmanckî de tevlibûn zêde nebû, ji bo hemû çîrokên ketin pêşbirkê xelata mansiyonê hate dayîn. 
 
Têkildarî encamên pêşbirk3e li Şaxa Hejmar 2 ya Egîtîm Senê daxuyanî hate dayîn. Daxuyanî ji hêla Sekretera Perwerdeyê ya Şaxa Hejmar 2 ya Egîtîm Senê Kadriye Kaya ve hate xwendin. Kaya got ku pêşbirka wan biencam bûye û wiha got: “Lê mixabin ji ber erdheja ku li herêma me rû da, derfet neman ku em nirxandinan bikin û ji ber vê em ji bo eşkerekirina encaman dereng man.”
 
BEŞA KURMANCÎ
 
Bi domdarî Kaya ev tişt anî ziman: “Di geşedanên civakî yên di Adara 2006’yan ên li Amedê de hêzên ewlekariyê gule li ser gel barandin û Abdullah Duran ê di pola 3’yan de jiyana xwe ji dest da. Di pêşbirka me ya îsal de bi zimanê tirkî 15, bi zaravayê kurmancî 32 û bi zaravayê dimilî jî 3 çîrok hatin nirxandin. Di zaravayê kurmancî de Lijneya Jûriyê ji Ferzan Şêr, Hamît Baydu, Îsmaîl Dîndar, Mem Bawer û Dawid Yeşîlmen pêk dihat. Li gorî vê; Ronî Reş bi çîroka ‘Kurtedemeke Dirêj’ ve bû yekemîn, girtî Lokman Laçîn ku li Girtîgeha Boluyê tê ragirtin a ‘Serdestpêka Dûrahiyên Bêpeyan’ bi duyemîn; ji Girtîgeha Boluyê Eyûp Turgay bi çîroka xwe ya ‘Pîra Hesîna’ bû sêyemîn. Her wiha Nûhat Qoser jî bi çîroka ‘Morîkên Xewê’ xelata mansiyonê wergirt. 
 
BEŞA DIMILÎ
 
Ji ber ku di zaravayê dimilî de tevlibûn di asta dihat xwestin de nebû, hemû beşdar bi xelat mansiyonê hatin xelatkirin. 
 
BEŞA TIRKÎ
 
Lijneya beşa tirkî ku ji Ayşegul Tozeren, Eylem Ata Guleç, Meral Şîmşek, Yavuz Ekîncî û Mûrat Ozyaşar pêk dihat jî encam wiha eşkerekirin. Î. Usame Yordem bi çîroka ‘Sedef Yahut Yakut’ ve di pêşpirkê de bû yekemîn; ji Girtîgeha Boluyê A. Rezzak Gulmez bi çîroka ‘Radyodaki Yüzün” bû duyemîn û Roza Alkan jî bi çîroka ‘Eski bir Yol Hikayesi’ bû sêyemîn. Emîne Ateş jî bi çîroka ‘Nova’ xelata mansiyonê wergirt.
 
Dê cih û dema bernameya xelatdayînê piştre were ragihandin. Di serî de endamên juriyan, em spasiya her kesên ji bo pêşbirkê ked dane dikin.”