MED-DER: Li dijî bişaftinê em dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk

img
AMED - Rêveberê MED-DER’ê Halîl Îbrahîm Taş bal kişand ku di pêvajoyeke ku zext û bişaftin berdewam dikin de 15’ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî pêşwazî dikin û bang kir ku li dijî pişaftinê her kes dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk.  
 
15’ê Gulana 1932’yan ku Kovara Hawarê ya ji aliyê Mîr Celadet Elî Bedirxan û hevalên wî ve bi kurdî dest bi weşanê kir, weke Cejna Zimanê Kurdî tê zanîn. Ev roj ji sala 2006’an ve bi çalakî û aktîvîteyên cuda weke Cejna Zimanê Kurdî tê pîrozkirin. Her sal di hemû çalakiyan de daxwaza perwerdehiya zimanê dayikê tê ziman û banga bi dawîkirina polîtîkayên zext û bişaftinê yên li ser zimanê kurdî tê kirin. 
 
Em li ser polîtîkayên zext û pişaftinê yên li dijî kurdî, 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî, bi rêveberê Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER) Halîl Îbrahîm Taş re axivîn. 
 
POLÎTÎKAYÊN PIŞAFTINÊ 
 
Taş, anî ziman ku li dijî polîtîkayên bişaftinê ne tenê rojekê divê her tim xebat bê meşandin û wiha got: “Li Tirkiyeyê çand û zimanê kurdan tu caran cihê xwe nedît. Bişaftina nasnameyên cuda, rastiyeke mirov xemgîn dike ye.” Taş, destnîşan kir ku ji berê heta niha êrişên dewletê yên li ser çand û zimanê kurdî berdewam dikin û bi gotina “Çand ziman û netew bi hev du re eleqedar in” di hilbijartinên 14’ê gulanê de qala bendewariyên xwe kirin. 
 
NEXŞEYA RÊ YA ABDULLAH OCALAN
 
Taş wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev desthilat dê di 14’ê Gulanê de biçe. Ji bo siyaseteke nû divê polîtîkayên li ser çand û zimanê kurdî ji aliyê erênî ve bên guhertin. Ev jî wê bi siyaseta demokratîk çêbibe. Di pêvajoya hilbijartinê de birêz Abdullah Ocalan nexşeya rê amade kiribû. Desthilatê di wê serdemê de ji bo gelê kurd penaseya ‘mafên takekesî’ kiribû. Gotibû ‘Herkes dikare li mala xwe bi kurdî biaxive.’ Abdullah Ocalan jî gotibû ‘mafê 30 milyon kurdî dê çi lê bê’. Heke zimanê kurdî nebe zimanê perwerdehiyê, dê çawa pêş bikeve. Gotinên Birêz Ocalan ên wê demê hêj derbasdar in. Heke em bixwazin pirsgirêka kurd çareser bibe, divê pergaleke demokratîk were avakirin. Divê kurd xwe di nava siyaseta demokratîk de bibînin. Ev nebe nabe çareserî.” 
 
PARTIYA ÇEPÊN KESK ZIMANÊ DAYIKÊ DIPARÊZE
 
Taş, ê beriya hilbijartinên 14’ê Gulanê sozên hilbijartinê yên partiyan nirxand, diyar kir ku divê kurdî di her qadê de were bikaranîn. Taş, ê di vê mijarê de bal kişand ser Beyannameya Hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk ev tişt gotin: “Hemû partî ji bo kurdî li her qadê were bikaranîn sozê didin. Lê sozên xwe bi cih naînin. Em bi Partiya Çepên Kesk bi bawer in. Li ser navê çand û zimanê kurdî xebatên wan hene, wê sozên xwe bi cih bîne. Weke komele em pêşengtiyê ji xebatên çand û ziman re dikin lê ev têre nake. Divê vê berpirsyartiyê civak bigire ser xwe. Partiya ku fikr û ramanên kurdan diparêze Partiya Çepên Kesk e. Ji ber vê yekê divê gelê me dengê xwe bide Partiya Çepên Kesk. Ji bo pêşeroja me ji bo çand, ziman û mafên me li dijî polîtîkayên bişaftinê dengên me ji Partiya Çepên Kesk re ne.”
 
MA / Zerrîn Sargût