Vebijêrka zimanê kurdî li malpera bajarê Bernê hate zêdekirin

img
STENBOL - Vebijêrka zimanê kurdî li malpera bajêr a gelek agahiyên derbarê paytextê Swîsreyê  Bernê tê de hate zêdekirin. 
 
Li malpera bajarê Bern a paytexta Swîsreyê rûsî, ûkraynî û kurdî lê hatin zêdekirin û bi 15 zimanan xizmet tê pêşkeşkirin. Di malperê de agahiyên ji bo gelên li Bernê dijîn cih digirin. Vebijêrka ziman a nû jî di 5’ê hezîranê de ji aliyê Daîreya Spor û Xizmetên Civakî yên Bernê ve hate zêdekirin. 
 
MIJARÊN DI MALPERÊ DE 
 
Di malpera ku hate diyarkirin lêzêdekirina kurdî di encama hewldanên komeleyên kurdî de ne, mijarên weke xebat, kariyer, îltîca, maf û erkên qanûnî, mijarên malî, sîgorte û ewlehiya civakî, pergala dibistanê û perwerde, tenduristî, malbat û zarok, hînbûna almanî, kirêvanî û jiyan, aktîvîteyên dema vala û veguhestin, rewşên lezgîn û navendên şêwirmendiyê tê de cih digirin.