Li Mêrdînê kevirên ne li gor tevna dîrokî tên bikaranîn

img
MÊRDÎN - Li Mêrdînê di xebatên nûkirinê de yên li hin kuçeyên bajêr, berevajî kevirên ku di îhaleyê de hatine diyarkirin, kevirên ne li gor tevna dîrokî û yên erzan tên bikaranîn. 
 
Li Mêrdînê, di restorekirina avahiyên dîrokî de kevirên ne li gor tevna dîrokî ya bajêr hatibûn bikaranîn. Niha jî di çarçoveya xebatên nûkirina hin kuçeyên bajêr de hî, kevirên ne li gor tevna bajêr tên bikaranîn. Di van xebatan de ji dêvla kevirên xweser ên Mêrdînê bên bikaranîn, kevirên ne li gor tevna dîroka bajêr û yên erzan tên bikaranîn. 
 
Piştî gilîkirinê Dadgeha Îdareyê biryar dabû ku divê kevirên li dijî tevna dîrokî ya bajêr neyên bikaranîn. Lê bêyî ku biryara dadgehê esas bê girtin, Şaredariya AKP'î ya Artûklûyê, Lijneya Parastina Heyînên Dîrokî ya Mêrdînê û Buroya Parastinê û Venihêrînê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ya qeyûm tayinî wê hatiye kirin, xwe li nebihîstinê datînin. 
 
Ji kuçeyên ku di bin navê "nûkirinê" de xebat lê hatin kirin, yek jê jî Kuçeya Kulturê ye. Rengê kuçeyê ji berê de bi ser zereve bû, lê piştî "nûkirinê" rengê wê yê eslî çû. Her wiha heman tişt li kuçeyên di navbera Mizgefta Şêx Çabûk û Mizgefta Latîfiyeyê de jî hatiye kirin. Bi vê re dîmeneke derî tevna dîrokî ya bajêr derketiye holê. 
 
Hat diyarkirin ku berê spî yê di "nûkirina" kuçeyan de tê bikaranîn jî, yên erzan in. Karê navbirî ji aliyê fîrmaya Endezyariyê ya Zeynî Aydemîr Sembol ve tê kirin. Fîrmayê îhaleyê bi 20 milyon TL'yî girtiye. Lê belê qeyda fîrmayê ya di Rojnameya Sîcîla Bazirganiyê de jî balê dikişîne. Fîrma di Nîsana 2021'ê de bi 10 hezar TL'yî hatiye avakirin û karê xwe yê ewil di 2022'yan de ji Şaredariya AKP'î ya Artûklûyê girtiye. 
 
MA / Ahmet Kanbal