'Tirş û Tehl' li Amedê bû

img

AMED - Bernameya Stend Up’ê a bi navê “Tirş û Tehl” ku bi formata daxilbûna temaşevanan tê lidarxistin, li Amedê derket pêşberî temaşevanan.

 
Kolektîfa Saqoyê ku li Êlihê di bin banê “Batman Yenî Sahneyê” de ava bû, li Kafeya Taş Mahal a li navçeya Sûr a Amedê bi organîzasyona Amîdartê bernameya “Tirş û Tehl” a Stend Upa kurdî derket pêşberî temaşevanan. Bernameya Tirş û Tehl, bi formateke cuda ku mîkrofon vekiriye û temaşevan jî dikarin derkevin ser dikê û serpêhatiyên xwe yên komîk bînin zimên, tê çêkirin. Bi vê formata xwe li Kurdistanê yekemîn bername ye û niha jî bajar bi bajar derdikeve pêşberî temaşevanan.
 
Bername cara yekemîn ji bilî Êlihê li bajareke din derket pêşberî temaşevanan. Hewşa kafeyê bi temaşevanan tije bû. Temaşevanan bi çepik û kenê xwe kêfxweşiya  xwe dan der û carna ew jî derketin ser dikê serpêhatiyên xwe gotin.