Pirtûka bi navê ‘Guliyên Ji Bêhna Şimamokan’ derket

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Pirtûka Roza Metîna ya bi navê “Guliyên Ji Bêhna Şimamokan” ku ji 7 çîrokan pêk tê, ji Weşanxaneya Aryenê derçû.
 
Pirtûka Roza Metîna ya bi navê “Guliyên Ji Bêhna Şimamokan” ku ji 7 çîrokan pêk tê,  ji Weşanxaneya Aryenê derçû. Roza Metîna di pirtûka “Guliyên Ji Bêhna Şimamokan” de bal kişandiye ser têkoşîna jinên kurd û lehengê van çîrokan jî jin bi xwe ne. 
 
Her wiha gelek motîvên kurdewarî di vê berhemê de cihê xwe digirin û berxwedana li dijî sîstema desthilatdar û yekperest a jinê jî mijara gotinê ye.