Dîroka 21’emîn Mîhrîcana Munzurê diyar bû

img
DÊRSIM - Komîteya Amadekar a Mîhrîcana Munzurê diyar kir ku dê 21’emîn Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Munzurê di navbera 3-6’ê tebaxê de bi dirûşma “Li dijî feraseta madenvaniyê em xweza û jiyanê diparêzin” were lidarxistin. 
 
Komîteya Amadekar têkildarî 21’emîn Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Munzurê de li Şaredariya Dêrsimê daxuyanî da. Serokê Giştî yê Federasyona Komeleyên Dêrsimê (DEDEF) Ozkan Tacar li ser navê Komîteya Amedkar a Mîhrîcanê daxuyanî da û wiha got: “21’emîn Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Munzurê dê bi dirûşma ‘Li dijî feraseta madenvaniyê em xweza û jiyanê diparêzin’ were lidarxistin. Mîhrîcan dê di 2’yê tebaxê de li navçeya Qisleyê bi bîranîna Duzgun Baba dest pê bike. Mîhrîcan dê di navbera 3-4-5’ê tebaxê bê lidarxistin. Mijara esasî ya mîhrîcanê, êrişên li dijî xwezayê û têkoşîna li dijî madenvaniyê ye.” 
 
DÊ BALÊ BIKIŞÎNIN SER PIRSGIRÊKAN
 
Tacar, da zanîn ku dê di mîhrîcana îsal de balê bikişînin ser gelek pirsgirêkan û bi hev re hewl bidin çareseriyan pêşniyar bikin. Tacar, anî ziman ku dê pêşangeh û govendên herêmî bên pêşkeşkirin û wiha bi dawî kir: “Dê têkildarî baweriya elewiyan, geşedanên siyasî yên dawî, mijarên têkildarî jinê û zimanê dayikê panel û çalakiyan li dar bixin. Her wiha dê di beşên çand, huner, wêje û muzîkê de xebatên atolyeyê bên kirin. Em ê her şev konseran li dar bixin. Mîhrîcan dê 4 rojan bidome û banga tevlibûnê li her kesî dikim.”