Mîhrîcana hunerê ya li Amedê bi konsera Sasa bi dawî bû

img

AMED - Mîhrîcana ku Komeleya Kolana Hunerê ya li Ofisê bi dirûşmeya “Em xwedî li çand, huner û kolana xwe derdikevin” li dar xist, bi konsera hunermend Sasa bi dawî bû.

1’emîn Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Kolana Hunerê ku Komeleya Kolana Hunerê ya li Ofisê bi dirûşmeya “Em xwedî li çand, huner û kolana xwe derdikevin” li dar xist, bi dawî bû. Di roja 4’emîn a mîhrîcana li Kolana Hunerê ya li navçeya Bajarênû ya Amedê hate lidarxistin de şano û dans hate kirin, govend hate gerandin, pêşbirk û gotûbêj hatin kirin û pêşengeha wêneyan hate lidarxistin.

Hunermend Sasa ku di konserê de axivî,  hesreta aştiyê ya bi bûyerên di rojên dawî de qewimîn re zêde bûye anî ziman û wiha got: “Tevî her tiştî jî bi hêviya ku bi hev re li kêleka hev bisekinin.”