Dê bi dirûşma 'Jina Azad Hunera Azad' mîhrîcana jinan bê lidarxistin

img

ÊLIH - Dê li Êlihê di navbera 21-22'yê Cotmehê de bi dirûşmeya "Jina Azad Hunera Azad" Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Jinan bê lidarxistin. 

 
Organîzasyona Hunerê, Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) û Konfederasyona Karkerên Şoreşger (DÎSK), dê li Êlihê bi dirûşmeya “Jina Azad Hunera Azad" Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Jinan li dar bixin. Di roja ewil mihrîcanê de; dê li Petrol Îşê ya Şaxa Êlihê pêşangeha wênesaz Rûken Ekîncî bê pêşandan. Danê êvarî jî dê li Hêwana Dawetê ya Eleganceyê pêşangeheke kincên kurdî bê pêşandan û dê Jin MA û Eylem Aktaş jî konserekê li dar bixin. 
 
ROJA DUYAN A MÎHRÎCANÊ
 
Di roja duyan a mîhrîcanê de jî; Gerok Ma, dê li Taxa Petrolkentê bi zarokan re bicive. Dê bi beşdariya Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) a Şirnexê Newroz Ûysal Aslan û Gerînendeya Weşana Giştî ya Kovara Destarê Jîn Aryen jî panelek bê lidarxistin. Her wiha dê bi beşdariya dengbêj Hediye, Muqaddes, Evîn Sindî û Perîxan jî Dîwana Dengbêjan bê danîn. Li gel vê dê li Yenî Sahneyê lîstika "Mirina Jeanne d’Arcê Ya Din" bê lîstin. 
 
BANGAWAZIYA JI BO MÎHRÎCANÊ
 
Hunermend Sevda Adibelî ji bo beşdariyê bang li hemû derdoran kir û got ku dê li dijî polîtîkayên asîmlasiyonê bi feraseteke hunerê ya alternatîf mîhrîcaneke jinan li dar bixin. Adibeliyê bilêv kir ku di organîzasyonên qeyûman de bi navê jinan tiştek tune ye û wiha domand: "Ji lew re tekane armanca wan asîmlasyon e. Em û gelê bajêr em ê li dijî asîmlasyonê bên cem hev du." 
 
Adiberliyê destnîşan kir ku li ser çand, huner û zimanê kurdî êrişeke mezin heye û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Armanca me em polîtîkayên asîmlasyonê pûç bikin û çanda kurdî bi ruh û can bikin. Em ji bo vê tên cem hev du. Êlihê bajarek e ku xwedî li zimanê xwe, çanda xwe û hunera xwe dertê. Ev, dê bi vê mihrîcanê xurttir bibe. Bi çanda xwe û zimanê xwe mezinbûna zarokan, ji bo siberoja me pir girîng e. Divê her kes bi vê ferasetê tev li mihrîcanê bibe. Em her kesî vedixwînin vê mihrîcana ku dê bi pêşengiya jinan bê lidarxistin."