Li Cizîrê çanda kevnare ya danûkan berdewam dike

img
ŞIRNEX - Li navçeya Cizîrê çanda kevnare ya danûkan ku her sal tê lidarxistin, îsal jî hat lidarxistin. 
 
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê çanda kevnare ya kelandina dan îsal jî ji hêla walitiyan ve hate lidarxistin. Her sal jin û mêr di seatên serê sibehê de dan ango genime xwe di avê de dişon û piştre jî di sîtilên mezin de li ser agir dikelinin. Danê ku tê kelandin piştre bi banga, “Danî çêbûye zarok birçîne” xelkê vedixwînin xwarina dan ango danûkan. Danê kelandî dixin sênîkan û li welatiyan belav dikin. Îsal jî li taxa Dagkapi ya Cizîrê ji sed kîlo zêdetir dan di beroş û sîtilan de hat kelandin. 
 
‘JI BO KU NEYÊ JIBÎRKIRIN’ 
 
Keyayê taxa Dagkapiyê Cafer Ebre diyar kir ku ew her sal vê kevneşopiya xwe li dar dixin û nahêlin were jibîrkirin û got: “Dan sedsal pêşiya niha li Cizîrê Botan hatiye çêkirin. Ev kevneşopiyeke me ya cizîriyan e. Her sal gelê me yê Cizîrê di mala xwe de li ser agirî danqut çêdikin. Em ewilî dişon û piştre dan li ser agir dikelînin û paşê ji di nifsê re derbas dikin. Piştre em dohnê mihan lê dikin û goza dixin nav de û dixwîn. Ev di heman demê de ji tenduristiya mirov re jî baş e. Ev sed sal in kevneşopiya me didome. Ji bo ku ev çand neyê jibîrkirin me hewceyî pê dît ku îsal jî danqutê çêbikin.”
 
‘EM XWEDÎ LI ÇANDA XWE DERDIKEVIN’
 
Ji jinan Halîme Gok jî bi lêv kir ku çanda wan bi çandeke sedsalane ye û got: “Ev çandeke kevn e. Em her sal xwedî li çanda xwe derdikevin û em hem li xelkê belav dikin û ev ji bo me dibe xêr.”