Gerok Ma'yê li Silopiyayê kargeha zarokan li dar xist

img
ŞIRNEX- Li Silopiyayê Gerok Ma'yê di çarçoveya xebatên çand û hûnerê de kargeha zarokan li dar xist.
 
Li navçeya Silopiya ya Şirnexê Komîsyona Çandê ya Şaredariya Silopiyayê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) kargeha zarokan  li dar xist. Atolye ji aliyè Gerok Ma'yê ve hate çêkirin. Hevşaredarên Silopiyayê Adalet Fîdan û Suleyman Şavlûk, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û gelek zarok û malbatên wan amade bûn. Gerok Ma'yê li taxa Ofîsê Parqa 15 Temmuz ya navçeyê kargeha zarokan li dar xist. Tîma Gerok Ma’yê ewilî bi stranên Rûbaro û Zimanê kurdî li nav kolanên taxê geriyaa û zarok li derdora xwe komkirin. Zarokên ku li dora Gerok Ma'yê kom bûn derbasî parqê bûn. 
 
Zarokan li ser potên hatin danîn bi boyaxê lîstin. Di şahiyê de zarokan bi awayekî koroyî strana “Rûbaro” gotin. 
 
Kargeha zarokan bi belavkirina pirtûkên Moristan û Keskesor bi dawî bû. 
 
Atolyeya zarokan dê heta 5’ê mijdarê bidome.