Di 14 saliya xwe de bû şahidê qetlîamê: Ji wê rojê ve helbestan dinivisîne

img
QERS - Hevserokê HDP'a Qersê Cengîz Anli ku şahidê Komkujiya Dîgorê ye, bi helbestên xwe yên ji dema komkujiyê heya niha dinivîse balê dikişîne êrişên li ser kurdan û berxwedana wan. 
 
Li navçeya Dîgor a Qersê, di 14'ê Tebaxa 1993'yan de gel ji ber ferzkirina cerdevantiyê, ambargoya li ser xurekan û avêtina ser malan meşek li dar xistibû. Hêzên leşkerî yn dewletê jî gel guleberan kiribûn. Di gulebaranê de 6 jê zarok 7 kes hatibûn qetilkirin. Yek ji şahidên wê demê Cengîz Anli bû. Anli ku di 14 saliya xwe de bûye şahidê komkujiyê, ji wê rojê heya niha helbestan dinivîse. Anli anî ziman ku bi helbestên xwe  balê dikişîne se rêşên kurdan û berxwedana wan. 
 
Anli ku ji sala 2010'an ve bi awayekî çalak di nava siyasetê de ye, niha Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Qersê ye. 
 
Anli ku helbesta xwe ya yekem bi navê" Dîgor" nivîsandiye, got: "Ji bo komkujî neyê jibîrkirin, min ev helbest nivsand." Anli ku helbestên xwe bi zimanê zikmakî kurdî dinivîse, ragihand ku di sala 2018'an de ji ber xebatên xwe yên siyasî hatiye girtin û di girtîgehê de pirtûkeke helbestan nivîsandiye.
 
ANli wiha behsa serhatiya xwe ya helebestê kir: "Li ser gelê Dîgorê zexteke mezin hebû. Nikaribûn heywanên xwe biçêrînin, qada wan a çandiniyê bi temamî hatibû qedexekirin. Hema bibêje leşkeran her roj diavêt ser malan û mirovan mexdûr dikirin. Gel jî xwest li dijî van zextan û vê zilmê çalakiyan li dar bixe. Li wir bi pêşengiya jinan, zarokan, extiyar û ciwanan çalakiyek hat lidarxistin. Û bi destê dewletê komkujiyek hat kirin. Mirov hatin qetilkirin û bi sedan kes birîndar bn. Nasên me, hevalên me hatin qetilkirin. Min jî xwest ez wê demê bi helbestan bînim ziman." 
 
Anli bilêv kir ku kurd di dîrokê de tim rastî komkujiyan hatine û got: "Gelê kurd di hemû qadên jiyanê de hewl dane heq ji zor û zehmetiyan derkevin. Xwişk û birayên me, bavên me, dêyên me û hevalên me bi kirinên wekî kiryar nediyar an jî kiryar diyar hatin qetilkirin. MIn jî ev tiştên hatine serê kurdan nivîsandin. Her derê Kurdistanê kêliyeke ji bihuştê ye, lê hatin vê bihuştê veguherandin dojehê. Min li ser vê helbest nivîsandine. Ez li ser şewitandina gundan, qirkirina xwezayê û çîrokên êşbar ên kurdan dinivsim." 
 
Anli anî ziman ku ew helbestên xwe bi kurdî dinivîse û got: "Zexta herî zêde ya li ser gelê kurd jî ew e ku hê jî kurdî nebûye zimanê perwerdehiyê. Divê tevahiya gelê kurd bi zimanê xwe binivîse, bi zimanê xwe biaxive û zimanê xwe bide axaftin." 
 
Yek ji helbestên Anli yên li ser kurdan wiha ye: 
 
"Çiyayê min bila êtîm nemînin 
 
Her çiya weke ziyaret in ji boyî min 
 
Dibe ez herim carek din venegerim 
 
Dibe bi çûyîna min dil û kezeba te bişewitin
 
Bi salan jan bidin.
 
Dibe ez emrê xwe ji boyî hezkiriyan feda bikim 
 
Dibe ez nebim nexweşê nav nîvînan û doşegê
 
Ez rêwiyê çûyîneke di zor û zehmet de me 
 
Ez çawa bikim felekê weke destarê em hêrandin
 
Kela dilê min tijî bûye bêwext
 
Her du çavên min bêdeng digirîn
 
Te em her tim kuştin zalim xayîn felekê 
 
Di meha adarê Newroza pîroz de 
 
Wan şevên qerisî
 
Gulên min ên rengîn çilmisîn e 
 
Ez zanim agahiya min ê bi te re bê
 
Qêrinê meke, zinar wê biqelişin
 
Ax bikî zirava piştayê biqete 
 
Hawar û gazîniya neke bila ezman mehejin
 
Rihê min ê her tim di hemî ezmanê herêmê de bifire
 
Mirina xweş cem dost û hevalan e
 
Min deynin goristanê meytê min bilind bikin 
 
Ser goristanê min xweliya Dîgorê… 
 
Gulên Çiyayê Feraşînê bedew biçikînin .
 
Hêsirê xwe sorba ser min helbest û stranan binivîse 
 
Di dawîyê de bêje Eeey!! Xwedayê rebê aleme
 
Tu di mala xayîn û xwefiroşan de zelzelê çêbikî
 
Laşê winda birînên bê derman vebin
 
Ka em bibin dengê dayikên şemiyê
 
Ka em bibin mifteya zindanan
 
Ka em bibin çavên rê dikişînê
 
Ka em bibin dermanê birînan 
 
Ka em bibin aveke girmeh agirê daristanan vemirînin
 
Weke zinaran bûm wergeriyam"