Kanîwar: Werin tev li kelecan û kêfxweşiya konsera me bibin

img
AMED - Kordînatorê Ma Musîcê Şêrko Kanîwar ku got ji bo siberojê hin xebatên wan nû hene banga tevlibûna konserên wan ên li Şanoya Bajêr a Amedê kir û got: “Werin bibin şîrikê coş û kelecana me.”
 
Ma Musîc ku muzîka kurdî û bi taybetî jî stranên gelêrî dibêjin û arajne dikin, dê li Amedê bi organizatoriya Sanatçayê konserekê bide. Konser dê di 6 û 7’ê mehê de li eywana Şanoya Bajêr a Amedê saet di heft û nîvan de bê lidarxistin. Kordînatorê Ma Musîcê Şêrko Kanîwar bal kişand ser girîngiya konserê û bang li guhdar û hezkiriyên Koma Ma’yê kir û gel vexwend konserê. 
 
‘EM HEWL DIDIN RÊZEKONSEREKE NÛ BIDIN’
 
Kanîwar bi bîr xist ku Koma Ma’yê di çileya 2023’yan de li bajarên Stenbol, Enqere, Îzmîr çend konser dan û dû re jî li Amedê konser dan. Kanîwar destnîşan kir ku wê konserên wan di wê serdemê de weke rêzekonser li Sêrt, Mêrdîn, Wan hwd. berdewam bikira, lê ji ber karesata erdhejê nekarîn vê plana xwe pêk bînin. Kanîwar bal kişand ser astengiyên qeyûman ku derdixin pêşiya wan û wiha got: “Niha hemû eywan di destê qeyûm de ne û eywan hatine desteserkirin. Ji ber ku eywana Şanoya Bajêr a Amedê pir biçûk e, em ê çend şevan konserê berdewam bikin. Heke em derfet bibînin dibe ku em meh û nîv, du mehên din amadehiya rêzekonsereke din bikin. Em dixwazin yan ji Stenbolê yan jî ji Wanê dest bi rêzekonsereke nû bikin. Dibe ku em biçin çend metropolên ku kurd gelek lê dijîn jî. Rêzekonser, tûrne ji bo me tiştekî nû ye. Ji ber ku em saziyeke perwerdehiyê ne jî, em nikarin hemû dema xwe bidin konseran. Em hewl didin hem bigihîjin, konseran jî ku muzîka kurdî pêşkêş bikin, hem jî perwerdehiyê bidin.”
 
‘JI BO KONSERAN GELEK DAXWAZ HEYE’
 
Kanîwar anî ziman ku ji bo konseran daxwaz ji gelek bajaran tê û ew bernameya xwe tevê bikin konser dê perwerdehiya ku ew didin bisekine. Kanîwar destnîşan kir ku ew hewl didin navbera vê tiştê bibînin û got: “Em jixwe ji bo konsera ‘Vejînê’ ya Colemêrgê hatibûn ba hevdû û me got ka em li Amedê jî du şevan konserekê li dar bixin. Me xwest dirêjtir bikin vê konserê, lê ji ber ku eywana Şanoya Bajêr a Amedê bi bernameya tije ye, me nekarî. Hêviya me ew e ku piştî hilbijartina herêmî em dîsa eywanên xwe yên mezin û xweş bi dest bixin û em li wan eywanan konserên mezintir pêşkêşî bi hezaran gelê xwe bikin.” 
 
AMADEKARIYA 3 PROJEYÊN NÛ DIKIN
 
Kanîwar mizgîniya çend projeyên nû jî da û da zanîn ku Koma Ma, amadehiya albûmeke nû dike. Kanîwar destnîşan kir ku heke pirsgirêkek teknîkî dernekeve ew ê di Newroza 2024’an de albûmê biweşînin û wiha got: “Dîsa em amadehiya kovareke bi navê ‘Ma’ ku ew ê bîra muzîka kurdî be, dikin. Her wiha mizgîniyek din jî ez ê bidim. Em amadehiyê dikin ku li nava Sûrê, bêpere perwerdehiyê bidin zarokan, bi navê ‘Çand Ma’ şaxeke nû ya Ma Musîcê vekin. Gelek tiştê me ji me hatiye sitendin, heta jiyanên me ji me hatine sitandin. Hewl dane di zşndanan de me birizînin, bi komkujiyan me tune bikin, lê çanda me her û her maye. Lewma em navê şaxa xwe ya dê li Sûrê bê vekirin bikin ‘Çand Ma’.”
 
‘BI KOMÎ STRAN GOTIN LAWAZ BÛYE’
 
Kanîwar bi lêv kir ku bi awayekî komî stran gotin ne tenê li bakurê Kurdistanê, li hemû beşên Kurdistanê hatiye asta tunebûnê. Kanîwar diyar kir ku bi komî stran gotin evqas lawaz bûye û kombûna wan bi awayekî pozîtîf bandor li ser guhdaran dike. Kanîwar destnîşan kir ku ew hewl didin ruh bidin stranên floklorîk ên kevnare yên kurdan û wiha berdewam kir: “Em dixwazin van stranan bigihînin nifşê nû. Ev yek jî bandoreke erênî li ser guhdarvanan dike. Taybetmendiyeke koma me ew e ku guhdarîkirin, xwe di nav muzîkê de hîskirin heye. Bi rastî jî me weke civak hinekî guhdar kirin ji bîr kiriye. Em hewl didin çanda guhdarî kirinê vejînin. Em stranên govendê ne ji bo ku hemû eywan rabe û govendê bigire dibêjin, em dixwazin di dilê xwe de govendê bigirin. Ji ber vê yekê formata me hinekî ya din cudatir e. Bertek û reaksiyanên di konsereke din de nedane di konserên me de didin. Ji bo deh saniye arajeyê bi saetan, rojan komek dixebite, lê heke di konserê de jî guhdar kirin tune be, çi wateya vê kedê namîne. Divê li wir muzîk esas be.”
 
HEWL DIDIN XÎTABÎ HEMÛ KURDISTANÊ BIKIN
 
Kanîwar anî ziman ku koma ew bi hemû zaraveyên kurdî muzîkê çêdikin û hewl didin xîtabî hemû Kurdistanê bikin. Kanîwar got ku ew dixwazin bi muzîka xwe Kurdistana ku bûye çar perçe bigihînin hev û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji bo konserê ku hûn cih bibînin dereng nemînin. Ras te, cihê me biçûk e lê dibêjin ‘Cih ji dilan re teng e’. Dilê me mezin e, fireh e cih ji hemû kesan re heye. Dereng nemînin ji bo 6 û 7’ê mehê û werin tev li coş û kelecana Koma Ma’yê bibin.”
 
MA / Bazîd Evren