Li Cizîrê dîwana dengbêjan hate danîn

img
ŞIRNEX - Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Cizîrê, bi dîwana dengbêjan a li Cizîrê hate danîn bi dawî bû. Welatiyên tev li dîwana dengbêjan bûn bi tilîlî û çepikan guhdariya kilaman kirin. 
 
Di çarçoveya Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Cizîrê ku di pêşengtiya Organîzasyona Sanatça û Federasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) hate organîzekirin de li Komeleya Çand û Ziman a Birca Belek dîwana dengbêjan hate danîn. Parlamenterên Partiya Wekheviyê û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) ên Şirnexê Newroz Ûysal Aslan, Zekî Îrmez, rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Şirnex û navçeyên wê, endamên Meclisa Dayikên Şemiyê, aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), rêveberên Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Tevgera Ekolojiyê ya Şirnexê û gelek kes tev li dîwana dengbêjan a hate danîn bûn. 
 
TÊKOŞÎN HATE DESTNÎŞANKIRIN
 
Welatiyên tev li dîwana dengbêjan a Hediye Kalkan, Eylul Nazlier, Rêzanê Batû û Mehmet Denîz tê de cih girtin bûn, saetên xweş derbas kirin. Dengbêj Rêzanê Batû yê di bernameyê de axaftineke kurt kir, anî ziman ku dixwestin vê dîwanê di şertên cuda de deynin lê bi astengiyên qeymeqam û qeyûmê Şaredariya Cizîrê re rû bi rû man. Batû, anî ziman ku tevî hemû astengiyan dîwana dengbêjan ku parçeyekê girîng ê çanda kurdan e danîn û bi lêv kir ku dê dest ji têkoşînê bernedin.
 
Dengbêjan di bernameya nêzî du saetan berdewam kir de kilamên xwe gotin û welatiyên tev li dîwana dengbêjan bûn bi tilîlî û çepikan guhdariya kilaman kirin. Bername bi çepikan bi dawî bû.