Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Depê dest pê dike

img
XARPÊT - Wê sibê 1'emîn Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Depê dest pê bike. Ji bo beşdarbûnê bang hat kirin. 
 
Wê Şaredariya Dep a Xarpêtê û Komeleya Alîkariya Civakî, Pêşvebirin û Çandê ya Navçeyên Kîxî-Dep-Adakli-Yayladere-Yedîsû (KAYY-DER) di navbera 10-11'ê Tebaxê de 1'emîn Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Dep'ê li dar bixin. Di çarçoveya mîhrîcanê de panel, semîner, meş, konser û çalakiyên cur bi cur wê bên lidarxistin. 
 
Hevserokê KAYY-DER'ê Ahmet Tuzun û Mûaz Dogan ên di Komîteya Amadekar a Mîhrîcanê de cih digirin, li dijî texrîbatên xwezayî û êrişên li ser çandê banga tevlibûna li mîhrîcanê kirin. 
 
Tuzun anî ziman ku berê jî mîhrîcan li dar xistine lê piştî qeyûm hatien tayinkirin li dar nexistine. Tuzun bilêv kir ku piştî şaredarî ket destê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) lidarxistina mîhrîcanên bi vî rengî girîng e û got: "Me biryar da ku em bi komên xwe yên hunerê, bi komên xwe yên jinan, bi dengbêj, komên zarokan, kor û folklorê beşdar bibin." 
 
WÊ BALÊ BIKIŞÎNIN SER QIRKIRINA EKOLOJIYÊ
 
Tuzun da zanîn ku wê di mîhrîcanê de balê bikişînin ser gelek mijaran û got: "Dep jî bandorê ji her neyniyeke li Geliyê Periyê digire. Li derdora Geliyê periyê 6 bendav, 9 Santralên Hîdroelektrîkê (HES) hene. Her wiha tê xwestin ku 12 HES'ên din jî çêbikin. Bi vê dixwazin Depê texrîb bikin. Tenê ne HES, projeyên Santrala Enerjiay Tavê (ES) jî hene. Ev proje hemû tên watey qirkirina ekolojiyê. Em li dijî van projeyan in. Em ê di mîhrîvanê de li ser erdhejê, mafên mirovan, jinan gelek panelan li dar bixin. Divê her kes beşdarî vê çalakiya li ser qirkirina xwezayê bibe. Em gelê Depê û hemû gelê xwe yên li Geliyê Periyê û dostên xwe yên li bajarên derdorê vedixwînin mîrhîcanê." 
 
Endamê Komîteya Amadekar a Mîhrîcanê Mûaz Dogan jî bal kişand ser griîngiya mîhrîcanê û got ku têmaya mîhrîcanê ew e ku pêwendiyeke rast bi xwezayê re bê danîn. Dogan bilêv kir ku wê ev mîrhîcan motîvasyona xebatên ji bo xweza û çandê zêdetir bike. 
 
Bernameya mîhrîcanê bi vî rengî ye: 
 
10'Ê TEBAXÊ
 
* Gerok Ma, wê Kargeha Zarokan li dar bixe. (10.00 -12.00)
 
* Wê Dîwana Dengbêjan bê danîn. (12.00-13.00)
 
* Wê li Hêwana Konferansê ya Şaredariyê bi beşdarbûna Parlamanetera DEM Partiyê Sumeyye Boz û Edîtora Kovara Jînê Rojda Yildizê panela "Jineolojiyê" bê lidarxistin. 
 
* Wê li Baxçeyê Gel, konser bê lidarxistin. (19.00)
 
11'Ê TEBAXÊ
 
* Wê kincên herêmî bên nasandin. (10.00 -13.00)
 
* Wê li Hêwana Konferansê ya Şaredariyê panela "Qirkirina Çandî" bê lidarxistin. (13.00-15-00)
 
* Wê li Hêwana Konferansê ya Şaredariyê li ser erdhejê panelek bê lidarxistin. (16.00-17.00)
 
* Wê Koma Hevra, Baran Bozyel, Jinên Kayy-Der û Sîpan Xelat li Baxçeyê Gel derkevin ser dikê.