1’emîn Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Depê dest pê kir

XARPÊT - Li navçeya Depê 1’emîn Mîhrîcana Çand û Xwezayê, bi dîwana dengbêjan û çalakiya Gerok Mayê dest pê kir. 

Li navçeya Depê 1’emîn Mîhrîcana Çand û Xwezayê, dest pê kir. Mîhrîcana bi pêşengtiya Şaredarî, Sanatça, Komeleya Piştevaniya Civakî, Pêşxistin û Çandê ya navçeyên Kîgi-Dep-Adakli-Yayladere-Yedisûyê (KAYY-DER) û Komeleyên Demokratîk ên Elewiyan (DAD) bi dirûşma “Têkiliya ser bingeha rast a xwezayê, temînata çandê û destpêka her tiştan e” tê lidarxistin, bi dîwana dengbêjan li Orta Parkê destê pê kir. Li cihê ku çalakî tên lidarxistin pankarta “Em ê destûr nedin xweza û îradeya me were xespkirin” hate vekirin. 
 
Hevşaredarên Depê Songul Duzgun û Cafer Ogur, Hevserokên KAYY-DER’ê yên Giştî Ahmet Tuzun û Bîrsen Ozdogan, Hevserokên Giştî yên DAD’ê Zeynel Kete û Kadriye Dogan, Parlamentera Partiya Wekehvî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sumeyye Boz û gelek kes tev li çalakiyê bûn. 
 
‘EM Ê XELEKA GOVENDA XWE FIRAH BIKIN’
 
Hevşaredar Songul Duzgun di vekirinê mîhrîcanê de axivî û wiha got: “Em ê di du rojên mîhrîcanê de çand û zimanê xwe bijîn. Taybetî jî em ê di van her du rojan de xeleka govenda xwe mezintir bikin.” 
 
Koordînatorê Ma Musicê Şêrko Kanîwar jî destnîşan kir ku ew ji bo ku zarok zimanê xwe yê zikmakî ji bîr nekin têdikoşin. Kanîwar bi ser xebatên xweyên piştî ku qeyûm hatine tayînkirin, dane meşandin sekinî, pêvajiya avakirina Zarok Mayê vegot û ev tişt gotin: “Li Kurdistanê kev bi ser kevir neyê hiştin jî em ê zarokên vî welatî bêyî muzîk nehêlin.”
 
Kanîwar axaftina xwe wiha domand: “Ji wê rojê ber bi îro ve em gund bi gund, bajar bi bajar digerin. Em bi zarokan re bi zimanê xwe stranan distrin û şad dibin. Taybetî jî di van rojên stran û govendên me tên qedexekirin de em ji bo zoarkên me ji ziman, çand û muzîkên xwe dûr nekevin dixebitin.” 
 
BERTEKA LI DIJÎ QEDEXEYA GOVENDÊ
 
Hevşaredar Cafer Ogur jî Mîhrîcana Mazlûm Dogan a yekem carê piştî girtina şaredariyê di sala 2014’an de li dar xistine bîr xist û wiha got: “Taybetî ji di van rojên ku li ser çand, govend û zimanê me êriş tên kirin de hatine cem hev, ji bo me gelek girînge e. Em li vê derê govendan bigerînin, hewce bê em ê bêyî muzîk li her derê bigirin govendê. Lê belê de ew govend werin gerandin.” 
 
Piştî axaftinan dîwana dengbêjan dest pê kir. Gerok Ma jî li tax û gundan bi zarokan re hate cem hev. Gerok ma jî bi zarokan re xebatên hunerî yên wêne, muzîk û boyaxê li dar xistin. Koma Gerok Mayê piştî komxebatan, bi zarokan re li taxan geriyan û bi lêdana erbaneyan stran strandin.