AMED - Xwediyên weşanxaneyan û nivîskaran bertek nîşanî biryara komkirina pirtûkan a di 8’emîn Fuara Pirtûkan a Amedê dan û gotin: “Li dijî van sepanên faşîzan em ê azadiya fikr û raman biparêzin.”
8’emîn Fuara Pirtûkan a TUYAP’ê ya Amedê di roja 6’emîn de li Navenda Fuar û Kongreyan a Navneteweyî ya Mezopomtayayê didome. Di 6 rojan de ji bo 6 pirtûkan biryara komkirinê hate dayin. Polîsan, bi îdiaya biryara komkirinê dest danîn ser pirtûka Hatîp Dîcle ya “Rojnivîska Berxwedana Efrînê”, pirtûka Nelson Mandela ya “Rêya Dirêj a Diçe Azadiyê”, pirtûka Mahmût Aba ya “Dildarê Serkeftinê” û pirtûka nameyên Mehmet Hayrî Durmuş tê de hatine berhevkirin. Ev pirtûk ji Weşanxaneya Aramê derketibûn. Her wiha pirtûka Mekiye Derya Denîz a “Jinbûn” a li ser standa PirtûkaKurdî jî hate desteserkirin. Weşanxaneya Aramê li beşa vala ya pirtûkên hatine desteserkirin nivîsa “Pirtûkên me yên bi rêyên derhiqûqî hatin xespkirin” daliqand.
Weşanxaneyên di fuarê de stand vekirin û nivîskaran zextên polîsan weke “tacîz” nirxandin û banga piştevaniyê kirin.
’DI 12’Ê ÎLONÊ DE JÎ PIRTÛK DIHATIN KOMKIRIN’
Gerînendeyê Giştî yê Weşanê yê Weşanxaneya Dîpnotê Emîr Alî Turkmen bi bîr xist ku demekî kin piştî Derbeya 12’ê Îlonê li fuara pirtûkan a yekemîn a li Tarlabaşi ya Stenbolê pirtûk hatibûn komkirin. Turkmen, got ku cihêkî azadiya xweîfadekirinê lê tune be demokrasî jî nabe û got: “Bi ser derbeyê re 40 sal derbas bûn lê em li Amedê di fuarê de ne û dîsa pirtûk tên komkirin. Hêzên ewlekariyê li standa weşanxaneyê digerin. Li gorî keyfa xwe tên û zextê li weşanxaneyan dikin. Weke weşanger me her tim azadiya xweîfadekirinê parast û dê her biparêzin. Ji ber ku em demokrasiyê dixwazin.”
KEYFIYET E
Turkmen, anî ziman ku di 10 salên dawî de li Tirkiyeyê tu hukmê darazê nemaye û wiha axivî: “Li şûna hiqûq û edaletê, biryarên keyfî tên dayin. Bi biryarên AYM û DMME’yê nakin. Ez bûm şahid ku polîs tê, dibêje; ‘navê vê pirtûkê neçû xweşiya min’, wêne dikişîne û roja piştre bi biryara komkirinê ya dozger vedigere. Ma ev edalet e, ma ev hiqûq e? Ev keyfiyet e. Ev îşkenceya Çînê ye. Lê kesên azadiya fikr û raman diparêzin dê li dijî vê îşkenceyê li ber xwe bidin. Pirtûka Mandela kom kirine. Ev yek encax dikare bibe mijara berga kovarên pêkenînê. Li kîjan devera cîhanê bibêjin ‘li Tirkiyeyê pirtûka Mandela hatiye qedexekirin’ tu kes bawer nake. Mixabin li vî welatî tiştên wiha hene.”
‘EM SEPANÊN FAŞÎZAN RED DIKIN’
Nivîskarê Ermen Rober Koptaş jî desteserkirina pirtûkan weke “tacîz” nirxand û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Biryara dadgehê jî hebe, em weke rêgezek li dijî komkirina pirtûkan e. Ev sansûr e û nayê qebûlkirin. Aram jî, weşanxaneyên din jî sûdekî didin çanda Kurdî, Tirkî. Dema dadgeha biryara qedexeya pirtûkê dide em ji xwe berteka xwe nîşan didin. Lê ev bêyî biryara darazê hebin tên standê û pirtûkan xesp dikin. Ev yek hem xespkirina mafê mulkiyetê ye hem jî têkildarî mafê azadiya xweîfadekirinê tacîz e. Meseleya kurd, girîngtirîn meseleya vî welatî ye. Heke çareser nebe dê demokrasî û aştî neyê. Rewşa şer êşê bi hemû gelên Tirkiyeyê dide kişandin. Ev rewş jî encameke rewşa şer in. Weke nivîskar, weşanger, welatî û xwîner em van sepanên faşîzan red dikin.”
‘REWŞA KEYFÎ NAYÊ QEBÛLKIRIN’
Xwediyê Weşanxaneya Avestayê Abdullah Keskîn jî bal kişand ser bêhiqûqtiya li Tirkiyeyê û wiha got: “Polîs li ser standan digerin û bêyî biryara dadgehê hebe li gorî keyfa xwe pirtûkan kom dikin. Ev, rewşekî keyfî ye û bi tu awayî nayê qebûlkirin. Azadiya fikr û raman ji bo me girîng e. Her kesên demokrasîxwaz divê li dijî vê bêhiqûqiyê xwedî li Weşanxaneya Aramê, PirtûkaKurdî û weşanxaneyên din derkevin.”