AMED - Xwediyên weşanxane û nivîskarên beşdarî 8'emîn Pêşangeha Pirtûkan a Amedê bûn diyar kirin ku li gorî par eleqeya ji bo pirtûkên kurdî zêde bûye û ji xwendevanan xwestin ku pêşangehê ji bo kurdî veguherînin firsendekê.
8'emîn Pêşangeha Pirtûkan a Amedê li Navenda Pêşangeh û Kongreyê ya Mezopotamyayê dewam dike. Di pêşangehê de ku dê roja yekşemê bi dawî bibe, 26 weşanên kurd jî di nav de 216 weşanxane stand vekirin. Nivîskarên kurd destnîşan kirin ku eleqeya ji bo pirtûkên kurdî li gorî salên borî zêdetir bûye. Xwediyê weşanxaneyê û nivîskaran diyar kirin ku ew ê tevî zextên li ser kurdî jî gihandina pirtûkên kurdî ya ji bo xwendevanên kurd bidomînin.
'HEJMARA XWENDEVANÊN WEŞANÊN KURDÎ ZÊDE DIBIN'
Xwediyê Weşanên Na Berfo Barî got: "Tevî ku navenda weşanxaneya me li Îzmîrê ye jî, em Amedê wekî navendê dibînin. Ji ber ku piraniya nivîskar û xwendevanên me li vir cih digirin. Divê xwendevanên kurd piştgiriyê bidin weşanxaneyên kurdî û pirtûkên kurdî."
Barî da zanîn ku roj bi roj weşangeriya kurdî pêş dikeve û got: "Em di serdemeke wisa de ne ku di her mijarê de pirtûkên kurdî tên desteserkirin. Her roj bi kurdî weşanê dikin û xwînerên pirtûkên kurdî jî zêde dibin. Wekî ku tê zanîn li vir jî zext heye. Zexteke mezin li ser zimanê kurdî heye, lê me van zextan şikand û pirtûkên xwe pêşkêşî xwendevanên xwe kirin. Em ê vê yekê bidomînin."
'EM PÊŞANGEHÊ VEGUHERÎNIN FIRSENDEKÊ'
Ji standa Weşanên Aryenê Nivîskar Seyît Oktay jî got ku eleqeyek heye, lê hêj ne di asta ku tê xwestin de ye. Oktay diyar kir ku li dijî zextên li ser kurdî pêwîst e zêdetir xwe bigihînin xwendevanên kurd û got: "Armanca bilindkirina vê eleqeya civakî li pêşiya me ye. Di vî warî de di bin hêviyan de ye, lê dîsa jî em dikarin bibêjin ku eleqeyek baş e. Ne tenê Amed, hemû gelê me "divê vê pêşangehê veguherîne derfet û firsendekê."
ji Weşanên J&J'yê nivîskar Onder Kirmizitaş got ku eleqeya îsal baş bûye. Kirmizitaş anî ziman ku ew dixwazin her sal ev pêşangeh bê vekirin û got: "Hin pirtûkên bi kurdî tên qedexekirin. Em dixwazin qedexeyên li ser kurdî bên rakirin. Em dixwazin kurd dîrok, ziman, çand û erdnîgariya xwe biparêzin. Divê kurd bi zimanê xwe bixwînin, zimanê xwe derxin pêş. Divê li ser ziman û çanda wî lêkolînan bike û pirtûkan binivîse."
'ELEQEYA JI BO KURDÎ ZÊDE DIBE'
Nivîskar Feratê Dengizî jî diyar kir ku berê beşdarî pêşangehan bûye û got ku eleqeya ji bo pêşangehê roj bi roj zêde dibe. Dengizî anî ziman ku rewşa aborî di pêşangehê de xwe nîşan daye û got: "Wekî nivîskar hêviya me ya berê ew bû ku xwendevanek were û sohbetê bike. Niha eleqeyeke zêde ji bo kurdî heye. Berê em hêrs dibûn. Me digot, 'Eleqeya ziman hindik e' û me jî şermezar dikir ku eleqeya bi wêjeya kurdî re kêm dibe, hêdî hêdî rûyê me diguhere û eleqe zêdetir bibe."
Dengizî destnîşan kir ku di wêjeya kurdî de vejîneke nû heye û got: "Ji bo ev vejîn bi bandor bibe dem lazim e. Ne rewşeke wisa ye ku yekser encam bi ddest bikeve, ev yek bi pêşketina civakê ve girêdayî ye."
Dengizî anî ziman ku ziman û wêje bi hev ve girêdayî ne û got: "Ziman bêyî wêje, wêje jî bê ziman nabe. Têkoşîn rê li ber wêje û ziman vedike."
MA / Mijdat Can