Pirtûka ‘Repertuara Stranbêjiyê’ li Sûrê gihişt ber destê zarokan

img
AMED - Ma Musîcê di çarçoveya kampanyaya “Milyonek pirtûk, mjilyonek zarok” de li Sûrê pirtûka “Repertuara Stranbêjiyê" da zarokan. 
 
Akademiya Ma Musîcê ku navenda xebatên wê Amed e, ji bo perwerdeya muzîkê ya zarokan pirtûka "Repertuara Stranbêjiyê" derxist. Ma Musîcê, ji bo pirtûka behsa xeberê bigihîne zarokan jî kampanyaya “Milyonek pirtûk, milyonek zarok” da destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de li navçeya Sûrê pirtûk dan zarokan. 
 
Têkildarî kampanyayê wiha hate gotin: “Stranên Kurdî gav bi gav digihên zarokên welêt. Bi piştevanîya we.” 
 
Yên dixwazin piştgiriyê bidin kampanyayê dikarin li vê hejmara telefonê agahiyan bigirin: 0549 108 15 15