Li Heskîfê şikeftên 5 qatî hatin kifşkirin

img
ÊLIH – Li Heskîfa dîrokî ya dê di bin ava Bendava Ilisû de bimîne di xebata kolandinê de şikeftên 5 qatî ya bi sedsalan e hene hatin dîtin. 
 
Li ser Çemê Dîcleyê Bendava Ilisû tê çêkirin û tê payîn navçeya Heskîfê ya Êlihê ya xwedî dîroka 12 hezar salî di bin ava bendava ku dikare tenê 50 salî l ber xwe bide bimîne. Li Heskîfê ji bo şûngehên dîrokî kolandin jî tê kirin. Di dema xebata kolandinê de bi sedan şikeftên nû hatin dîtin. 
 
Li taxa Saha a navçeyê herêma bi sed salan e wek cihê bostanê dihat bikaranîn xebata kolandinê û paqijiya molozê tê kirin. Di vê kolandinê bi ser 100 şikeftî re yên 5 qatî derketin ser rûyê erdê. Hin bikarhenêrên medya civakî wêneyên şikeftên hatin kifşkirin kişandin û li ser hesabên xwe parve kirin. 
 
Van şikeftên bi sedsalan e di bin axê de tên parastin jî wê wek hemû şikeft û cihên dîrokî di bin ava Bendava Ilisû de bimîne.