Navendeke hunerê ya alternatîf: Şa Performans

img

STENBOL - Li dijî zextên li ser huner, Şa Performan weke alternatîf hat avakirin. Ji Şa Performansê Tuncay Ozel, diyar kir ku di van şert û mercan de, ligel ku bi ekîbên mezin û bi dekorên biheybet nalîzin jî, bi biryarin ku şanoya bi Kurdi berdewam bikin. Ozel got kelûmelên wan tenê bedena wane. 

Piştî OHAL hat îlankirin, gelek saziyên çand û hûnerê hatin girtin. Hunermendên hewl dan li dijî girtinan alternatîfên nû ava bikin, qadên nû vekirin. Komek şanoger jî, li Stenbolê Şa Performans avakirin û ji bo şanogeriya Kurdî qadek nû vekirin. Ji Şa Performansê Tuncay Ozel, pevajoya vekirina dikê, ji Ajansa Mezopotamya (MA) re vegot. 
 
‘DIVÊ HEMÛ XEBATÊN ME BI KURDÎ BIN’
 
Ozel, anî ziman ku ev 7-8 salin bi du hevalên xwe re li Êlihê bi şanogeriyê re eleqeder dibin û wiha axivî: “Em bi hevre biryar  da. Li Stenbolê dikeke civakên şanoya Kurd tunebû. Li Stenbolê 5 mîlyon Kurd hene. Me dizanî hev potensiyel heye. Li aliyekê me xwest em xwe pêş bixin û li aliyê din jî me biryar da ku em li Stenbolê şanoya bi Kurdî pêşkêş bikin. Ligel ceribandinên perdeyê yên berî 2 mehan, dîsan jî eleqeyek mezin hebû. Me kelecaniya temaşevanan û birçîbûna şanoya bi Kurdî me di çavên wan de dît.”
 
Ozel, da zanîn ku ligel Şa Performansê, ew li qadan xebatên stran û dansên modern jî dikin û wiha got: “Ekîba me tenê şanoya bi Kurdî çêdike û em vê ji bo xwe weke rêzik dibînin. Komên bixwazin bi zimanên cuda şanoyan çêbikin jî, dikarin werin di Şa Performansê de pêşkêş bikin û derkevin ser dikê. Em bi ekîbek 4 kesan dik avakir. Nêzî 15 rojan em hatin gel hev û me bi awayekê kolektîk bername ji xwe re derxist. 
 
‘TEKANE KELÛPELÊ ME BEDENA ME YE’
 
Ozel, di dewama axaftina xwe de wiha rêz kir: “Li Tirkiyeyê ji ber pêvajoya siyasî û êrîşên heyî, hûner di serdemek zor û zehmet re derbas dibe. Qeyûm tayînê şaredariyên me kirin. Komên me yên şanoyê belav kirin. Astengiyên wiha hene. Bi taybetî şanoya Kurdî her ku diçe tê biçûk kirin. Lê li gorî nêrîna min ji vê biçûkbûnê mirov dikare performansek xurt derbixe holê. Em wisan bi dekorên mezin nalîzin û bi dehan kesan re şanoyê çênakin. Tekane kelûpelên me bendena me ye. Kesên ku bendewariyên wan ên aboriyê hebin divê qet nekevin nava şanoya Kurdî de. Divê mirov ji dil vî karî bike.”
 
QEYDÊN QURSAN DESTPÊ KIRIN 
 
Ozel, destnîşan kir ku wê qursên mîna şano, dans modern, gîtar, saz, erbane, piyano û kemanê bidin û wiha bilêv kir: “Qeydên qursan destpê kirin. Bi vebûna zanîngehan re, di meha Cotmehê de emê dest bi qursan bikin. Ji 2 mehan zêdetir, me bi kurdî şanoya ‘ji akademiyê re raporek’ li ser dika xwe lîst. Niha jî me li ser Mîrzayê biçûk dixebitin. Çiqas astengî hebin bila hebin û di rewşên herî xerab de jî emê dest ji hûnera xwe bernedin. Divê em hîn zêdetir pêş de bibin. Şano bi Kurdî xweşe.”   
 
Şa Performans a her heftê konseran dide, di 8’ê Îlonê de jî dê Hîvron vexwîne ser dike. 
 
MA / Muhammet Dogru