Fûara pirtûkan a TUYAP'ê li Amedê dest pê kir

img
AMED - 6'emîn Fûara pirtûkan a Amedê ku ji aliyê TUYAP’ê ve hat amadekirin deriyê xwe ji xwînerên pirtûkan re vekir. Fûara ku îro dest pê kir dê heta 30 îlonê li Navenda Kongre û Fûarê ya Amedê vekirî bimîne. 250 nivîskar û 120 weşanxane beşdarî fûarê bûn. 
 
6'emîn Fûara pirtûkan a Amedê ku ji aliyê TUYAP’ê ve hat amadekirin, dest pê kir û dê heta 30 îlonê li Navenda Kongre û Fûarê ya Amedê vekirî bimîne. 120 weşanxane û 250 weşanxane beşdarî fûarê bûn. Fûar her roj di navbera saetên 10.00 û 19.30’an de dê ji bo pirtûkhezan vekirî be. Ji 120 weşanxaneyên ku beşdarî fûarê bûn, jê 15 weşanxaneyên kurdî ne.  TUYAP’ê di sala 2014’an de biryar girtibû ku dê li Amedê fûara pirtûkan organîze neke. Piştre daxuyand ku dê ji 2 salan carekê pêk bîne lê ev nekir. Piştî vê biryara TUYAP’ê weşanxaneyên kurd bi piştgiriya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li ser hev di salên 2015 û 2016’an de li Sumer Parka navçeya Yenîşehira Amedê fûara pirtûka li dar xistibû. 2 salên dawî jî ji ber ku Qeyûm tayînî ser Şaredariyên Amedê kirin êdî fûar pêk nehat. Piştî 4 salan TUYAP’ê li Amedê fuara pirtûkan pêk anî. 
 
DÊ 60 BERNAME BÊN LIDARXISTIN
 
Di Fuara ku 5 rojan vekirî bimîne de dê bi tevlêbûna 120 weşanan, panel, gotûbêj, kargerî, kargeriyên zarokan û gelek bernameyên din jî di navde dê 60 bernameyên cuda bên lidarxistin.