Şanoya Bajêr a Amedê bi lîstika Tartuffe perdeya sezonê vekir

img
AMED – Şanoya Bajêr a Amedê perdeya sezonê bi pêşandana lîstika Tartuffe ya nivîskarê Fransî ku wergerandin kurdî vekir. Lîstik hat pêşandan û gellek şanohez li lîstikê temaşe kirin.   
 
Piştî qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat kirin Şanoya Bajêr a Amedê hatibû girtin. Li ser vê yekê şanogerên li wir dixebitîn Şanoya Bajêr a Amedê vekirin û xebatên şanoyê bi rê ve dibin. Şanoya Bajêr a Amedê perdeya sezonê bi pêşandana lîstika Tartuffe ya nivîskarê Fransî Jean Baptiste Poquelin (Moliere) ku wergerandin kurdî vekir. 
 
Lîstîk li ser dika Şanoya Bajêr a Amedê ya li Navenda Dan û Stendinê ya Galeriya hat pêşandan. Parlamentera HDP’ê ya Amedê Salîha Aydenîz, malbata şanogerê Şanoya Bajêr a Amedê Mehmet Emîn Yalçinkaya yê demek beriya niha jiyana xwe ji dest da û gellek şanohez amade bûn û lîstikê temaşe kirin. 
 
MIJARA LÎSTIKÊ 
 
Rûknettîn Gun derhêneriya lîstikê bi rê ve dibe û mijara naveroka lîstikê wiha ye: “Orgon ê bavê malbatek dewlemend, kesek biyanî bi navê  Tartuffe hildide mala xwe. Tartuffe kesek dîndar e. Di heman demê de kesek dirû ye. Xwe dîndar dide nîşandan, lê bes kesek wiha nîne. Malbat vê rewşê ferq dike. Lê Orgon ji vê yekê bawer nake. Mal û milkê xwe radestî vî kesî dike. Keça xwe bi vî kesî re dizewicîne û dixwaze wî bike ferdek ji malbata xwe. Malbata li dijî vî sextekarî dibe yek û dixwaze dirûtiya wî aşkere bike. Hem sermayeyê malbatê digire û hem jî bi çavek din li hevjîna Orgon dinêre. Orgon jî dema rewşê bi çavê xwe dibîne, heta ku rewşê nabîne bawer nake. Tartuffe hem di warê maddî û hem jî di warê manevî de ku dê wî bixapîne hişyar dike. Lê feqet Orgon li dijî vê yekê kor û kerr e. Orgon rojek guh dide tiştên diqewime û geşedanan hîn dibe. Pişt re Tartuffe ji mala xwe diqewirîne. Tartuffe jî dest datîne ser mal û milkên Orgon û wî dixe girtîgehê û tola xwe jê hiltîne.” 
 
Lîstika Tartuffe dê di 5, 6, 19, 20 û 26’ê cotmehê de li ser dika Şanoya Bajêr a Amedê bê pêşandan.