Tabloyên xwe nafiroşe, diyarî mirovan dike

img
ÊLIH – Wênesaz Hamûd Hêvîjarî tabloyên ku çêdike nafiroşe, diyarî mirovan dike. Hêvîjar, bilêv kir ku divê hunermend wêrekiyê li civakê peyda bike. 
 
Wênesaz Hamîd Hêvîjar (36) ku li Êlihê di sektora tenduristiyê de dixebite, ji 20 saliya xwe ve wêneyan xêz dike. Hêvîjar, du sal in li atolyeya xwe ya bi navê Atolyeya Hunerê ya Lîlavê wêneyên xwe çêdike. Hêvîjarî tabloyên ku çêdike nafiroşe, diyarî mirovan dike.
 
'TENÊ 30 TABLOYÊN MIN MAN' 
 
Hêvîjar, diyar kir ku wî heta niha zêdeyî 100 tabloyî çêkirine û got: "Pir dixwazim tiştekî diyarî mirovan bikim. Heta niha min gelek wêne xêzkirin, lê tenê niha 30 heb mane. Helbet mirov dikare evan bifiroşe jî, lê dixwazim diyarî mirovan bikim. Bi vî awayî carinan li navendeke çandê carinan jî li malekê tabloyeke min heye. Bi vî awayî dixwazim çanda wêneyan a li eywanan tê daliqandin hebe û ji ber vê wêneyên xwe diyarî mirovan dikim."
 
Hêvîjar, anî ziman ku têmaya tabloyên wî bi piranî koçberî û jin e û got: "Niha şideta li hemberî jinê di asta herî jor de ye û ez jî vê yekê di tabloyên xwe de didim der û hewl didim dawî li şidetê b. Tenê ne li dijî şideta li hemberî jinê me, li dijî her cure şidetê me." 
 
Hêvîjar, diyar kir ku di şeran de herî zêde jin û zarok zirarê dibînin û got: "Her wiha di tabloyên xwe de koçberiyê jî didim der. Divê êdî dawî li van êşan bê. Ez jî wekî hunermendekî tiştên dibînim û hîs dikim xêz dikim. Divê hunermend wêrekiyê li civakê peyda bike û divê ji bo vê bitêkoşe. Niha peywira hunermend ew e ku wêrekiyê li civaka ku ji ber çewisandinan bi paş ve gav avêtiye peyda bike." 
 
'HUNER JI CIVAKÊ DÛR KETIYE' 
 
Hêvîjar, diyar kir ku niha feraseta hunera serdest û ji civakê dûr heye û got: "Divê ne huner û ne jî hunermend ne pêgirtî be. Ên pêgirtî tiştên hev dikin. Halbûkî divê aliyekî huner û hunermend hebe. Divê di vê hêlê de pêşketina gel hebe. Divê hunermend ne li hêla serdestan be, li hêla gel be. Ez jî di hunera xwe de hewl didim li cem gel bim. Lê mixabin roja îroyîn huner ji civakê dûr ketiye û civak jî ji hunerê dûr ketiye. Sedema vê jî dûrketina hunerê ya ji serbixwebûnê û wêrekiyê ye." 
 
MA / Metin Yoksu